Hejmara nû ya Kovara Ciwanên Welatparêz derket

Hejmara nû ya Gulan û Hezîranê ya Kovara Ciwanên Welatparêz bi sernava “Em bibin Hakî û bi Rêbertiyê re bibin yek “ derket. 

KOVARA CIWANÊN WELATPARÊZ

Di hejmara nû de bi sernava “Jiyankirina li gorî pêdiviyên şehadetan, jiyana herî zehmet e” de perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser şehîdan û perspekftîfên ji bo ciwan û jinên ciwan cih digire. 

Bi beşa jiyana gerîla de jî nivîseke li ser “Nirxên şoreşê” û “Şervantiya Şehîd Rojhat” heye. 
Di hejmara nû de nirxandinên bi sernavên “Yên hebûna wan tineye, azadiya wan nabe”, “Têgihiştina me ya welat wate û exlaqa me ye”, “Rêbertî navê fedakariyê ye”, “Têkoşîn 1’ê Gulanê divê bê mezinkirin”, “Pêngava 1’ê Hezîranê û Şerê Gelê Şoreşgerî” û “Rastiya dijîtal, paradoksa mirovahiyê ya çêkirî” cih digirin.

Di beşa “Kurdistan û Dîrok” û “Çand û Huner” de jî têkoşîna Sosyalîst a Tirkiyeyê, agahiyên derbarê bajarê Dersimê û nivîsên têkîldarî Hozan Mizgîn ku bi huner û rêxistinbûna xwe ya gel navê xwe li dîrokê nivîsandiye, cih digirin. 

Hûn dikarin bi navnîşana jêr xwe bigihînin hemû hejmarên kovarê: