Çalakiya Emine Şenyaşar di roja 97'emîn de ye

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 97’emîn de berdewam dike.

EMÎNE ŞENYAŞAR

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 kurên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin di roja 97’emîn de berdewam kir. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê Meral Daniş Beştaş, Omer Ocalan, Mahmut Dîncar û Zulkuf Uçar çûn serdana malbata Şenyaşar.

Meral Daniş Beştaş di serdana malbatê de axivî û da zanîn ku Emîne Şenyaşar 846 rojan li Rihayê têkoşîna edeletê daye û piştre aniye Enqereyê ber wezareta dadê û got ev 97 roje tenê edeletê dixwaze. Beştaş da zanîn ku ew her tim ligel daxwaza Emîne Şenyaşarê ne, ne wek parlamenter wek mirov ligel têkoşîna mafdar ya malbatê ne.

 Meral Daniş Beştaş anî ziman ku malbatê hîna bi wezaretê re hevdîtinek rû bi rû pêk neanîne û got: “Ez bang li wezîrê dadê Yilmaz Tunç dikim; Dayikek ligel we ye. Ka carekê gûh bidin daxwaza dayika Emîne wê hûnê jî maf bidinê. Yekane daxwaza wê azadiya kurê wê ye. Em ligel daxwaza edeletê ya dayika Emîne ne.”