Dema binçavkirinê ya derhêner Kesîk cara sêyemîn hate dirêjkirin

Derhênerê hunerê yê fîlmê Bakur Koray Kesîk ku 2'ê Gulanê li Îzmîrê hate binçavkirin, ji bo cara sêyemîn dema binçavkirina wî hate dirêjkirin.

Derhêner û sînameger Koray Kesîk di 2’yê gulanê de li Îzmîrê di encama serdegirtina malê de hatibû binçavkirin. Dema binçavkirinê ya Kesîk cara sêyemîn ji bo 24 saetan hate dirêjkirin. Ji ber ku di dosyaya lêpirsînê de biryara nepeniyê heye, nehat zanîn bê ka Kesîk bi çi tê tawanbarkirin.

Yekîneya Hiqûqê ya Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) ku parêzertiya Kesîk li xwe girtiye, da zanîn ku hêj îfadeya Kesîk nehatiye girtin û nayê zanîn bê ka dê îro were girtin an na.

Di serdegirtina malê de polîsan materyalên dijîtal ên Kesîk desteser kiribûn. Yekîneya Hiqûqê ya MLSA’yê da zanîn ku li dijî desteserkirina materyalên Kesîk de li 1’emîn Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Îzmîrê îtîraz kirine.

Dokûmantera Bakur jî di nav de Kesîk derhêneriya dîmen û hunerê ya gelek fîlman kir. Bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” li derhênerên belgefîlma Bakur Çayan Demîrel û Ertûgrûl 2 sal û mehek cezayê hefsê hatibû birîn. Di heman demê de Kesîk di belgefîlmên “Devrimci Gençlik Köprüsü” û “Geçmiş Mazi Olmadı” jî cih girt.