DEM Partî hêvî kir ku Xizir edalet û azadiyê ji bo mirovahiyê bîne

Hevberdevkên Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mûtlû û Mahfûz Guleryuz bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kirin ku Xizir pêvajoya ku di salnameya civaka Elewiyan de rê li ber vejîna xwezayê vedike daye destpêkirin.

DEM Partî got, "Xizir di salnameya civaka Elewiyan de pêvajoya vejîna xwezayê dide destpêkirin. Di jiyana kevneşop a Elewiyan de di Xizirê de rojî tên girtin û di rojên Xizir de mêvan û zindiyên din pêşwazîkirin pîroz e."

Di daxuyaniyê de her wiha ev tişt hatin gotin, "Civaka Elewiyan bi baweriya ku Xizir bereketa xwazayê zêde dike, pirsgirêkên xizan û bêçare derman dike 3 roj rojî digirin. Ji aliyê gelek gelên cuda ve ku civaka Roma jî di nav de ye, ev cejna girîng a Gelên Mezopotamya, Anatolya û Balkanan bi hêvî û kelecaneke mezin tê pîrozkirin. Ji ber ku cejnek hevpar a mirovahiyê ye, di sala 2010'an de Xidiryas di lîsteya Mîrateya Çandî ya neşênber a Mirovahiyê ya UNESCO de cih girt.

Em hêvî dikin ku Xizir a ku bi hezaran sal in ji aliyê gelek gel û baweriyên cuda di 5-6’ê Gulanê tê girtin, ji hemû gelan re bereket, kêfxweşiyê bîne.

Em hêvî dikin ku mirazên hemwelatiyên me yên di bin şert û mercên krîza giran a aboriyê de di nava xizaniyê de dijîn bi cih bên û bi hesrata welatekî ku gel û bawerî bi hev re bi rengekî azad li gel hev bijîn û  Xizir edalet, aştî û azadiyê ji tevahiya mirovahiyê re bîne."