Ciwanan daxwaza azadiya Ocalan û Kurdistanê kirin

Ciwanên Kurd li bajarê Wûppertalê li hev civiyan û di çarçoveya kampanya 'Azad bike' de şevek lidar xistin.

Li bajarê Wûppertal ê Elmanyayê, ciwanên Kurd di çarçoveya kampanya 'Azad bike' de li hev civiyan û şevek lidar xistin.

Şev ê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Li salonê pankartên bi nivîsa "Serok Apo Kurdistan e, jiyan e; Azad bike", "Bi Pêşengiya Jinên Ciwan em ê Serok Apo azad bikin" û "Bi ruhê Kemal Pîr û Hakki Karer, li dijî faşîzma AKP'ê, bijî YekÎtiya Ciwanên Navneteweyî" hatin daliqandin û dirûşmên "Bê Serok jiyan anbe", "Bijî Serok Apo", "Bijî Kurdistan" û "Şehîd namirin" hatin qîrîn.

Di şevê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Kurdistanê hate kirin. Li ser navê Tevgera Jinê Ayten Sunger, li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan Fatma Ozer û li ser navê Tevgera Ciwanan jî Gelhat Firat û Dîlan Senday axivîn.

Nûnerên ciwanan diyar kirin, ku çalakiyên kampanya 'Azad bike' wê dewam bike û gotin, "Weke gelê Kurd, em di pêvajoyeke gelekî girîng de ne. Sekna me wê bibe bersiv ji vê pêvajoya krîtîk re. Rûniştin li me nayê, Pêîste em di pêvajoyeke vî rengî girîng de, rêxistinbûnê esas bigirin û têkoşînê geş bikin."

Piştî axaftinan Xelîl Xemgîn, Celovîz, Grûp Mayrîk, Fîraz Rojava û koma govendê derketin ser dikê.

Şevê bi govenda ciwanan heta derengiyê dewam kir.