Binçavkirin û girtinên bi fermana Qesrê didomin

AKP/Qesr li dijî gelê Kurd operasyonên xwe yên qirkirina siyasî didomîne. Li bajarên Tirkiye û Kurdistanê gelek kes hatin binçavkirin û girtin.

ŞIRNEX

Li navçeya Silopiya Şirnexê serê sibehê polîsan bi ser mala xebatkara şaredariyê û Rêvebera Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK) a Şaxa Şirnex Şukran Hakîçî de girtin û ew binçav kirin. Polîsên ku li mala Hakîçî ya li taxa Yenîşehirê lêgerîn pêk anîn Hakîçî birin Miduriyeta Polîsan a navçeyê.

Li navçeyên Elkê û Silopiyayê jî danê sibehê bi ser gelek navnîşanan hat girtin. Di serdegirtinên Elkê de ku li taxên Berojan û Tatarê pêk hatin, Serokê MEYA-DER’ê Alî Akdag, xebatkarê şaredariyê Nûrî Nîşanci û Necmettîn Ataman, Sekvan Ataman û Aydin Ataman hatin binçavkirin. Welatiyên ku bi hinceta ‘der heqê wan de îxbar heye’ hatin binçavkirin, birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.

Her wiha di serdegirtina Taxa Dîcle ya Silopiyayê de jî Ferhat Ozkaya hat binçavkirin.

MÊRSÎN

Li taxa Şevket Sumerê ya navçeya Akdeniza Mêrsînê polîsan 4 kes binçav kirin. Endama meclîsa Akdenîzê Hediye Eren, Hevseroka Akdenizê Mesude Şahin, Rêveberiya KURDÎ-DER'ê Fikri Guneş û Minur Guzel hatin binçavkirin Dozgeriya Komarê ya Mersînê  heta 5 rojan hevdîtina parêzeran li her çar kesan qedexe kir.

 AYDIN

Li navçeya Dîdîma Aydinê duh 6 mamosteyên endamên Egîtîm Senê ji kar hatibûn derxistin, polîsan îro bi ser malên mamosteyan de girtin û mamoste binçav kirin. Serokê Egîtîm Senê ya Dîdîmê Turgay Elçî, Mustaga Dagli, Mehmet Saritaş, Gokhan Gok, Orhan Goru û Dursn Keleş ên ku polîsan li malên wan lêgerîn pêk anîn û binçav kirin. Hat diyarkirin ku mamoste birine Midûryeta Polîsan a navçeyê.

Hat ragihandin ku endamên Egîtîm Senê bi hinceta tevlî daxuyaniya çepemeniyê bûne hatine binçavkirin.

MÛŞ

Li Mûşê xwendekara Zanîngeha Alparslanê ya bi navê Zeynep Yakut ku di 18'ê Cotmehê de hatibû binçavkirin piştî karûbarên li Midûriyeta Polîsan sewqî Edliyeya Mûşê hat kirin. Yakut ku li dozgeriyê îfadeya wê hat girtin, bi îdîaya "endama rêxistinê ye" sewqî dadgehê hat kirin. Dadgehê bi heman îdîayê biryara girtina Yakut da û ew şand Girtîgeha Tîpa E a Mûşê.

STENBOL

Endamên Însiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re bi şîra "Em destûr nedin li hemberî girtiyan darbeya OHAL'ê pêk bînin" xwestin li ber Girtîgeha Sîlîvriyê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin. Endamên însiyatîfê di ketina kolana girtîgehê de ji aliyê leşkeran ve hatin rawestandin. Leşkerên xizmên girtiyan ên di kontrola GBT'ê re derbas kirin, diyar kirin ku ji ber OHAL'ê ew destûr nadin ku daxuyaniyê bidin çapemeniyê.

Li ser vê yekê di navbera endam û leşkeran de nîqaş derket û 20 kes ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin. Nûçegihana ETHA'yê Havva Çuştan jî dema nûçe dişopand ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin qereqola jendermeyan a navçeyê.

Her wiha xizmên din ên girtiyan jî xwe bi wesayîtên cuda gihandin ber girtîgehê û hewl dan daxuyaniyê bidin, lê ev jî ji hêla leşkeran hat astengkirin. Piştî leşkeran êrîşî xizmên girtiyan kirin, li gel 4 xizmên girtiyan Nûçegîhana DÎHA’yê Yagmûr Kaya jî binçav kirin.