Başlangiç: Hevpeyvîna min a bi Ocalan re neketibû ber lêpirsînê jî

Rojnamevan Baçlangiç, ku ji ber destek da Ozgur Gundemê doz lê hatiye vekirin, da xuyakirin ku doz û lêpirsînên Gundemê mijareke konjonkturî ye. Baçlangiç bibîr xist, dema bi Ocalan re hevpeyvîn kiribû, ne doz ne jî lêpirsînê lê hatibû vekirin.

Rojnamevan Celal Başlangiç, ji ber ku destek da rojnameya Ozgur Gundemê û bi vê armancê ji bo rojekê bû berpirsyarê nobedar ê weşana giştî, doz lê hat vekirin. Rûniştina doza lê hatiye vekirin wê di 4'ê Cotmehê de li 14. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dest pê bike. Dadgeriya Tirk dixwaze di vê dozê de Başlangiç bi 14,5 salan cezayê girtîgehê ceza bike.

Celal Başlangiç ku 41 sal in rojnamevaniyê dike, kampanya piştgiriya Ozgur Gundemê û rewşa medya li Tirkiyeyê ji ANF'ê re nirxand.

Başlangiç da xuyakirin, ku dema hevalên wî lê geriyan û jê re gotin, ku projeyeke wan a ji bo destekkirina rojnameya Ozgur Gundemê heye, wî ev qebûl kiriye û got, "Projeyeke rast bû, diviyabû pêk bihata. Ev 41 sal in ez vî pîşeyî dikim. Min sekreteriya şaxê ya Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê, serokatiya giştî ya Komeleya Rojnamevanên Hemdem, serokatiya şaxê Stenbolê kir. Serokê damezrîner ê Komeleya Pêşvebirina Rojnamevaniyê bûm, niha jî sekreterê giştî me. Min di desteya rûmetê ya Civata Rojnamevanên Tirkiyeyê de cih girt. Jiyana min bi azadiya ramanê û birêxistinkirina rojnamevanan derbas bû. Min cihêkarî nexist navbera kesî. Neheqî li kê hat kirin, mafê kê yê azadiya ramanê hat astengkirin, ez li cem wê/î bûm. Dema zext li Cûmhûriyetê hat kirin, dema Can Dundar hat giritn, ji bo piştgiriyê em çûn Cûmhûriyetê. Dema zext li rojnameya Bûgun, televîzyona Bûgunê hat kirin, em li wir bûn. Gelo ji ber ku çûm Cûmhûriyetê 'Ergenekonî', ji ber çûm cem Bûgunê 'Fetoyî', ji ber çûm Gundemê 'PKK'yî' me? Ev mijar ji bo min mijareke ramanî û azadiya çapemeniyê ye."

'EGER ROJNAMEVAN NÛÇEYEKE DEREW ÇÊDIKE, BILA XWENDEVAN CEZA LÊ BIBIRE'

Başlangiç diyar kir, ev yek parçebûna nava civakê radixe pêş çavan û got, "Rojnamevanê alîgirê desthilatdariyê, yê din îxbar dike. Pirsa 'Tu çima vê nagire? Tu çima vê/î nagire? dike. Em ketine rewşeke bi vî rengî. Şikandina vê rewşa aloz a civakî karekî zehmet e, ne hêsan e. Lê divê ev hewldan bê berfirehkirin. Naxwe eger em bi pirsa 'Ma ew rojnamevan e?' dest pê bikin, hingî rojnamevaniya her kesî mijara nîqaşê ye."

Rojnamevan Başlangiç destnîşan kir, ku pîvana wî ya di vî warî de gelekî hêsan û şênber e û got, "Divê destek ji azadiya ramanê yan jî weşaneke çapemeniyê ya tê astengkirin re were dayîn. Dibe ku nûçeyên derew jî werin nivîsandin. Li gorî min ev ne girîng e. Eger nûçeyeke derewîn bê nivîsandin, bila xwendevan cezayê vê bibire."

'JI BER HEVPEYVÎNA XWE YA SALA 1993'AN A BI OCALAN RE, EZ NEKETIBÛM BER LÊPIRSÎNÊ'

Têkildarî doz û lêpirsînên lê hatine vekirin de Celal Başlangiç wiha axivî: "Pêkan e, dikare bê kirin. Min ji hevalan re pêşniyar kiribû û gotibû, 'Em 20 kes di heman rojê de berpirsyariya weşana giştî bikin. Eger wê dozê vekin, bila li 20 kesan vekin. Bila veguhere dozeke giştî'. Ev yeki pêvajoya em tê de ne radixe pêş çavan. Di sala 1993'an de ez çûm Geliyê Bekaa û min bi Abdullah Ocalan re hevpeyvîn kir. Hingî ez midûrê karê nivîsan ê Cûmhûriyetê bûm. Kesî doz li min venekir, ez neketim ber lêpirsînê jî. Min hingî çi dît, ew nivîsand. Ji bo rengê vê demê bê fêhmkirin min ev mînak da. Beriya hilbijartinên  7'ê Hezîranê ez çûm Qendîlê û min bi Cemîl Bayik re hevpeyvîn kir. Li wir jî min çi dît, bi rojan nivîsand. Ti ji van nebû mijar û sedemeke doz û lêpirsînê. Li ser meseleya Kurd çar pirtûkên min hene, ku ya ewilî di sala 1987'an de hat weşandin. Doz li hin ji wan vekirin, hin jê hatin hevdan, lê di dawiya dawî de ji hemûyan min beraat kir. Ev 30 sal in ez vê meseleyê dinivîsînim. Niha jî, ji ber ku ji bo rojekê bûm berpirsyarê weşana giştî ya nobedar a rojnameya Ozgur Gundemê doz li min vekirin û dixwazin bi 14.5 sal cezayê girtîgehê min ceza bikin. Ev yek rengê pêvajoyê nîşan dide. Nîşan dide ku doz konjonkturî ye."

Celal Başlangiç da zanîn, ku ev zext, zordarî û êrîş ne tenê li dijî rêxistinbûn û berxwedana Kurdan tê kirin, di heman demê de li dijî mirovên ne Kurd û yên li cem Kurdan cih digirin tê kirin. Di vî warî de bal kişand ser komkujiyên li Pirsûsê û Enqereyê û got, "Kî li cem Kurdan cih digirin, dixwazin hemûyan ceza bikin."

'DIBE KU BERAAT BIKIM, YAN JÎ MEHKÛM JÎ BIBIM'

Başlangiç anî ziman, ku ev doz siyasî ye, lewma li gorî konjonktura siyasî ya dema biryardayînê, wê encamek derkeve. Başlangiç got, "Eger 14 sal cezayê girtîgehê bidin an jî biryara beraata min bidin ez ê matmayî nemînim" destnîşan kir, ku di asta biryardayînê de rewşa polîtîk a Tirkiyeyê çi be, li gorî wê biryara beraatê yan jî mehkûmiyetê dikare bê dayîn.