ASA: Em piştgirî didin Meclîsa Leşkerî ya Cerablûs

Tabûrên şoreşger ên di nava ASA de ragihand ku li dijî dewleta Tirk û çeteyan piştgiriyê didin Meclîsa Leşkerî ya Cerablûs û gelê Cerablûsê.

10 tabûrên şoreşger ên di nava Artêşa Sûriyeya Azad de,têkildarî dargirkirina Cerablûsê ji aliyê dewleta Tirk ve û komkujiyên li Başûrê Cerablûsê pêk anîn daxuyaniyek da.

Daxuyaniya ku li bajarokê Arfadê yê girêdayî herêmên Şehba bi beşdariya gelek fermandarên tabûrên şoreşger hat dayîn, ji aliyê Cîgirê Fermandarê Giştî yê Artêşa Şoreşgeran Ehmed Siltan Abû Erac ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de bal kişand ser van îfadeyan: “Di vê dema ku hêzên herêmî û navnetewî bi zanebûn êrîşên xwe li tevahî Sûriye û li gundewerên Bakurê Heleb û bi taybet Cerbulsê li ser şoreşger û gelê me zêde dikin, destwerdana dewleta Tirk a dagirkirina Cerebusê parçeyek ji axa Sûriye û topbarankirina gundê Sirêsat û Biir Kûsa ku di encamê de komkujiyeke hovanek pêk hat û bi dehan jin, zarokan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn de em weke tabûrên şoreşger yên girêdayî Artêşa Sûriye ya Azad“ Artêşa Şoreşgeran, Tugaya 99`an, Tugaya Selacîqa, Hêzên Eniya El-Ekrad, Tugaya Mexawîr Homir, Tugaya El-Şemal a Demokratîk, Tugaya El-Hemze, Hêzên Eşîrên gundewarên Helebê, Tugaya Erkên Taybet û tabûrên Şoreşgerên Arfadê piştgirtdayîna dewleta Tirk a bi komên çete re û bêdengiya navnetewî ya li hember tiştê ku li Bakurê Sûriye çêdibe, şermezar dikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hatin ziman: “Em ê li hember êrîşkariya ku di rojên dawiyê de pêk hat, li kêleka Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û gelê xwe yê Cerblusê di yek çeperê de bin.”