'110 parlamenter dikarin vîna demokratîk nîşan bidin'

Alîkarê Hevserokên HDP'ê Alp Altinors bang li wekîlên CHP'yî yên dengê 'Na' bi kar anîn kir û got, "110 parlamenter dikarin vîna demokratîk nîşan bidin û vê pêşnûmeyê bibe ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn."

Alîkarê Hevserokên HDP'ê Alp Altinors bang li parlamenterên CHP'ê yên di dengdana li Meclîsê de dengê 'Na' bi kar anîn kir, ku helwesta xwe bi rengekî zelal û eşkere nîşan bidin. Altinors 

Piştî ku pêşnûme qanûna li ser rakirina destnedanê hat li Civata Giştî ya Meclîsê hat qebûlkirin, fezleke ji Wezareta Edaletê re hatin şandin.

Bi şandina fezlekeyan re, dema destpêkirina darizandinê di rojevê de ye. Di rewşeke bi vî rengî de HDP ji bo xwedîderketina li vîna gel, mîtîngan lidar dixe. Di heman demê de amadekariyê dike, ku serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bide.

Alîkarê Hevserokên HDP'ê Alp Altinors der barê pêvajoyê de agahî da û diyar kir, ya li Meclîsê hat qebûlkirin rakirina destnedanê nîne, guhertinek ji bo darizandina parlamenterên li hemberî wan fezleke heye.

Altinors da xuyakirin, ku sûcên mîna nelirêtî, destavêtin û destdirêjiyê hînê bi zirxê destnedanê tên parastin û got, "Destnedan nehatiye rakirin. Fezlekeyên ji îro û pê ve bên ber destê Meclîsê jî, wê li Meclîsê bisekinin. Ya ku li Meclîsê hat kirin, darizandina bi sedan fezlekeyên li ser gotina 'Bila ev bên darizandin' a Erdogan hatine amadekirin e. Sûcên nelirêtî, destavêtin û destdirêjiya li jinê, hînê jî di çarçoveya zirxê destnedanê de ne. Li holê dek û dolabeke dadgeriyê heye, ku nîv saet beriya dengdanê, 130 fezlekeyên din hatin amadekirin û ji Meclîsê re hatin şandin. Erdogan ê ku di salên 2011 û 2012'an de digot, 'Eger parlamenter mehkûmî dadgeriyê were kirin, wê li vî welatî siyaset biqede', îro siyasetê diqedîne û di şexsê HDP'ê de Meclîsê radestî dadgeriyê dike."

'DIVÊ PARLAMENTERÊN CHP'YÎ HELWESTEKE ZELAL Û EŞKERE NÎŞAN BIDIN'

Altinors diyar kir, parlamenterên CHP'yî yên di dengdanê de dengê 'Na' bi kar anîn divê helwesta xwe bi rengekî vekirî û eşkere nîşan bidin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Têkildarî gelek parlamenterên CHP'yî, ji ber heqareta li Serokkomar, ji ber çêkirina nûçeyên li ser TIR ên MÎT'ê û deşîfrekirina hevkariya AKP bi DAIŞ'ê re, fezleke hatine amadekirin. Pêwîste parlamenterên CHP'yî yên destnedana wan hatiye rakirin tevî parlamenterên HDP'ê mafê xwe yê dijderketinê li Dadgeha Destûra Bingehîn bi kar bînin."

Altinors destnîşan kir, pêwîste 110 parlamenter yekîtiya vîneke demokratîk nîşan bidin, pêşnûmeyê ji Dadgeha Destûra Bingehîn re bişînin û got, "Di vê pêşnûmeyê de mafê serlêdana şexsî ya parlamenteran ku mafekî destûra bingehîn e, hatiye binpêkirin. Pêşûme li dijî rejîma destnedanê ya Destûra Bingehîn e. Guhertineke ku Destûra Bingehîn by-pass kiriye. Her wiha AKP'yiyan dengê xwe bi rengekî vekirî bi kar anîne. Ji ber vê yekê dikare ji Dadgeha Destûra Bingehîn vegere. Ya girîng ew e ku 110 parlamenter derkevin holê û serlêdanê bikin."

Alîkarê Hevserokên HDP'ê Altinors da xuyakirin, ku destnedana parlamenteran rewşeke parastina vîna hilbijêran e, lewma wezîfeya bingehîn dikeve ser milê hilbijêran. Altinors got, "Niha mafên 6 mîlyon hilbijêrên deng dane HDP'ê hatine binpêkirin. Eger ev 6 mîlyon hilbijêr xwedî li vî mafê derkeve, wê bi ti awayî nikaribin dest bidin parlamenteran."

ERKA 6 MÎLYON HILBIJÊRAN

Altinors wiha dewam kir: "Erk a şeş mîlyon hilbijêrên me ye. Eger 6 mîlyon hilbijêr biçe rewşê ji cîranê xwe re vebêje, eger li kargeha xwe vê vebêje, li kolan û meydanan vê nîşan bidin, dakeve kolanan û mîtîgan lidar bixe, wê demê nikarin dest bidin parlamenteran. Lê belê ger nêzîkatiyek xemsarî were nîşandan, wê çaxê wê dest bidin parlamenteran. Bêperwatiya dîktatoriya Qesrê li pêş çavan e. Ji ber vê yekê wê dest bidin HDP'ê. HDP niha pireke gelekî girîng e ku Tirkan, Kurdan, Elewiyan, Sûniyan, mirovên laîk û oldar digihîne hev. Hilweşandina vê pirê niha bûye rojeva sereke ya AKP'ê, ku siyaseta mezhebî dimeşîne, neteweperestiya Tirk, nîjadperestî û şovenîzmê dike. Ji bo parastina vê pirê pêwîste demokratên ji gelê Tirk, bindestên gelên Tirkiyeyê bikevin nava tevgerê."

Altinors da zanîn, tevî serlêdana li Dadgeha Destûra Bingehîn ew ê bi gel re hin çalakiyan lidar bixin û biryarên HDP, DBP, KCD û HDK'ê bixin meriyetê. Altinors bal kişand ser hişyarî û baldariya di nava gel de rû dide.

Altinors ragihand, ew ê li Stenbol, Enqere, Amed û Îzmîrê mîtîngan lidar bixin û ji bo mîtînga KESK'ê ya 28-29'ê Gulanê ya li dijî pêkanînên antî demokratîk, banga tevlîbûnê li gel kir.

'EGER EM BIRYARDARÎ BI HEV RE BIN, WÊ QESR TÊK BIÇE'

Altinors destnîşan kir, eger li dijî faşîzma Qesrê eniyeke demokrasiyê bê avakirin wê Qesr têk biçe û got, "Heta ku em bi biryardarî tevbigerin, encama vê têkoşînê wê ne li dijî me be. Eger em bêbiryar bibin, ji hev belav bibin, wê demê dibe ku Qesr bi ser bikeve. Di kongreya dawî ya AKP'ê de jî hat dîtin, konsepta AKP'ê qediya ye. AKP dema hewl da HDP'ê biqedîne, ew bi xwe qediya ye. Veguherîne karmendên Qesrê. Ji ber helwesta antî demokratîk a Kiliçdaroglû, CHP ji hev ketiye. MHP ji xwe bûye partiyeke nikare kongreyekê jî lidar bixe. Eger em li dora HDP'ê li hev bicivin û yekîtiya xwe bidomînin, ya ku ji hev bikeve wê eniya şer bike. Ya ku bi ser bikeve jî wê eniya aştiyê be."