BI DÎMEN

Rojnamevan Serdeşt Osman li Silêmaniyê hat bibîranîn

Rojnamevan Serdeşt Osman ê di 4’ê Gulana 2010’an de li Hewlerê ji aliyê PDK’ê ve hat revandin û qetilkirin, li Silêmaniyê hat bibîranîn.

Rojnamevan û xwendekarê Zanîngeha Salahaddîn Serdeşt Osman ê di 4’ê Gulana 2010’an de li Hewlêrê ji aliyê hêzên çekdar ên bi ser PDK’ê ve hat revandin û qetilkirin, li Baxçeyê Giştî yê Silêmaniyê hat bibîranîn. Rojnamevan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl tevlî bîranînê bûn.

Di bîranînê de daxuyanî hat dayîn û wek sembola 14’emîn salvegera qetilkirina Serdeşt Osman 14 kevok hatin firandin. Di bîranînê de çeleng li ber wêneyê rojnamevan Serdeşt Osman hate danîn.

Rojnamevan Hêmin Mamendewe daxuyanî xwend û got: “14 sal derbas bûn, lê hîna xwîna Serdeşt ziwa nebûye. Ligel me hîna wek roja yekem ya hatî revandin e. Beriya 14 salan di dema nimêja nîvro de Serdeşt li ber zanîngehê ji aliyê destek reş û eşkere ve hate revandin. Digotin wê dawî li Serdeştan bê, lê Serdeşt bû tovê azadiyê û bû dara azadiyê li ber deriyê her maleke azadîxwaz.

Serdeşt şehîd xistin, lê hîna ji siya Serdeşt ditirsin. Ji azadiyê ditirsin, ji bo wê hatin Şêrwan û hevalên wî girtin û xistin girtîgehê. Heval û hevrêyên Serdeşt li ser xak û warê wan derxistin. Ew zihniyeta Serdeşt qetil kir, her ew zihniyet û kesayete ku niha Silêman Ehmed, Şêrwan Şêrwanî û Qehreman Şukriyan xistîne zindanê.

Li Serdeşt pîroz be, îro ji bo me 14’emîn salvegera rojbûna Serdeşte. Serdeşt îro bû 14 salî û ber bi ciwanî û xweşikbûnê ve diçe, roj bi roj mezintir dibe û kujerên wî biçûktir dibin.”

Rojnamevan û xwendekarê Zanîngeha Salahaddîn Serdeşt Osman ê di 4’ê Gulana 2010’an de li Hewlêrê ji aliyê hêzên çekdar ên bi ser PDK’ê ve hat revandin û qetilkirin. Cenazeyê Serdeşt Osman di 5’ê Gulana 2010’an de li ser rêya Mûsilê hat dîtin.