Li Ûkraynayê dronên modern ên ku dibe çarenûsa şer biguherînin

Şîrketa Emerîkî Felonî Aero dibêje ku dibe di demeke nêz de ew hêza parastinê ya Ûkraynayê bi dronên bi reşaşeyan bihêztir bike.

DRONÊN NÛ

Modelên dronên ku weke Felon 1.0 û FelonX hatine binavkirin, dikare di warê çavdêrî, keşif û hedefgirtina hesas de bên bikaranîn û her wiha dronên berbehs dikare reşaşe û mûşekên Spikeyê yên biçûk jî hilgire. Di çêkirina van dronan de di heman demê de teknolojiya Ondemmê jî hatiye bikaranîn ku dron dikare dronên din tespît bike û wan bixîne. Her wiha di dronan de kamerayên termal jî hene û dikare 40 deqîqeyan bifire.

Drona bi navê Felon 1.0 dikare topeke 5.56 kalîbreyî hilgire û drona FelonX jî dikare mûşekên ‘Spike’ biavêje ku Spike biçûktirîn mûşeka tangsavar e.

Ev dron wê ne tenê hêza parastinê ya Ûkraynayê bihêz bike, di heman demê de wê rewşa êrîşên hewayî jî biguherîne û wê encamên êrîşên hewayî teqeztir û veşartîtir bike.

Biryara şandina van dronan a ji bo Ûkraynayê ayîdî Pentagonê ye. Ger biryara şandina van dronan were erêkirin, wê tesîreke mezin li êrîşên hewayî yên li dijî Rûsyayê bike.

Her du aliyên şer jî di şerê navbera xwe de gelekî girîngiyê didin çekên teknolojîk yên nû. Lê belê nayê zanîn ku bi zêdebûna çekên teknolojîk wê encamên çawa rû bidin.