Hisên: Em ê dagirkeriya Tirkiyeyê bêbersiv nehêlin

"Bab jî radestî artêşa Tirk hat kirin. Ev yek, bi peymana bi Rûsyayê û bi erêkirina hêzên koalîsyonê re hat kirin. Nêzîkatiya Rûsya û Sûriyeyê bi vî rengî bû; 'Bila Tirkiye bigire, ji xwe wê nikaribe lê bimîne, em ê jê bistînin'."

1. Konferansa TEV-ÇAND'ê li Rimêlanê dest pê kir. Hevserokê Rêveberiya Xweser a Kantonê Abdulkerîm Sarûxan, Endama Koordînasyona TEV-DEM'ê Henîfe Hisên, Hevseroka Desteya Maliyeyê Remziye Mihemmed, Hevseroka Desteya Çandê Bêrîvan Xalid, Hevserokê Federasyona Bakurê Sûriyeyê Mensûr Sellûm, Hevserokê Kantona Cizîrê Efeam Îsak weke qiseker beşdarî konferansê bûn.

Ji Hesekê, Qamişlo, Dêrikê, Tirbespiyê, Dirbesiyê, Serêkaniyê, Til Temir, Zergan, Çil Axa, Til Koçer û kampa Newrozê 350 delege tevlî konferansê bûn. Rewşenbîr, nivîskar, nûnerên Yekîtiya Hunermendan, YPG/YPJ û tevgera ciwanan jî weke mêvan li konferansê amade ne.

Endama Koordînasyona TEV-DEM'ê Henîfe Hisên di destpêka konferansê de axivî û destnîşan kir, ku Şoreşa Rojava di heman demê de şoreşeke çandê ye. Hisên anî ziman, welatparêzî û şoreşgeriya li Rojava li saziyên çandê dest pê kirine, şax berdane û diyar kir, gavên şoreşgerî yên hatine avêtin, lehengên mîna Şakir, Sîpan, Berçem û Yekta Herekol afirandine.

'TIRKIYE DIXWAZE DAGIRKERIYA XWE BELAV BIKE'

Hisên di dewama axaftina xwe de ev peyam da:

"Bab jî radestî artêşa Tirk hat kirin. Ev yek, bi peymana bi Rûsyayê û bi erêkirina hêzên koalîsyonê re hat kirin. Nêzîkatiya Rûsya û Sûriyeyê bi vî rengî bû; 'Bila Tirkiye bigire, ji xwe wê nikaribe lê bimîne, em ê jê bistînin'. Lê belê ne diyar e bê karibin Tirkiyeyê derxînin yan na. Ji ber ku li gorî armacnên sala 2023'an Tirkiyeyê bernameyeke belavbûna li qadeke berfireh daniye pêşiya xwe. Ev dagirkerî jî li gorî vê tê kirin.

Gefê li Minbic û Şehbayê dixwe. Di êrîşeke gengaz de wê herêm bikeve nava kaos û şîdeteke giran. Eger Tirkiye êrîş bike, wê şerekî herêmî rû bide, ku hêzên ev dagirkeriya Tirkiyeyê erê kirine, wê di nav bin. Tirkiye têk çûye, bi vê planê re dixwaze hêzên herêmî û naneteweyî bi xwe re têk bibe. Hêzên navneteweyî lazim e van hesabên şaş ên Tirkiyeyê bibînin. Di rewşeke berevajî de wê berjewendiyên van hêzan ên li herêmê bikevin nava rewşeke xetere. Ji xwe yek ji armancên Tirkiyeyê jî ev e.

Em dixwazin her kes zanibe; weke gelên Bakurê Sûriyeyê em ê êrîşeke biçûk jî bêbersiv nehêlin."

Piştî axaftina destpêkê, li ser navê Hevserokatiya Kantona Cizîrê, heyeta şandê, rêveberiya xweser û federasyonê axaftin hat kirin.