Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Şaredariya Amedê kirin

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin.

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan tevî parlamenter û rêveberên partiyê serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin.

Heyet ji aliyê Hevşaradarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn, her wiha hevşaredarên navçeyê ve hate pêşwazîkirin.

Serdan ji aliyê rojnamevanan ve bi baldarî hate şopandin. Bakirhan di şexsê şaredariyan de gelê bajêr pîroz kir û got, "Em di wê baweriyê de ne ku di serî de hevşaredarên me yên şaredariya bajarê mezin wê hemû şaredariyên me xizmeteke hêja pêşkêşî gel bikin."

Tulay Hatîmogûllari jî bi bîr xist ku ew bi soza xizmeta ji bo gel tevlî hilbijartinê bûn û got, "Em di wê baweriyê de ne ku di serî de Amed wê li hemû şaredariyên me şaredariyeke mînak a demokratîk û şênber a ji bo gel bê kirin."

Hevşaredarên DEM Partiyê di dema serdanê de şampiyoniya Amedsporê jî pîroz kirin. Serdan piştre li çapemeniyê girtî dewam kir û hevserokên giştî ji şaredariyê çûn.