Tulay Hatîmogûllari: Civaka Elewî tu carî serî netewandiye û wê netewîne jî

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di salvegera Komkujiya Dersimê de axivî û bilêv kir ku civaka Elewî tu carî serî li ber polîtîkayên asîmlasyonê netewandiye û wê netewîne jî.

Li Dersimê, bi boneya salvegera Komkujiya Dersimê ku di 4'ê Gulana 1937'an de hatibû kirin, li Qada Seyîd Riza bîranîn hat lidarxistin. Di bîranînê de pankartên "Komkujiya Dersimê ji bîr neke", "Bila navê Dêrsimê û navên berê yên deverên Dersimê bên îadekirin", "Xo vira meke", "Ji bîr neke" û "Bila arşiv bên vekirin û rastî bê parvekirin" hatin vekirin. Gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî bîranînê bûn.

Di bîranînê de ewilî Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari axivî. Hatîmogûllariyê anî ziman ku ewlî ji aliyê bîrdoziya fermî hedef hatine girtin û got: "Komkujiya Dersimê, komkujiya herî mezin a dîroka Tirkiyeyê ye ku Elewî rastî wê hatine." 

Hatîmogûllari destnîşan kir ku elewî ji zû de ye li vê xakê tên qetilkirin û got: "Desthilata heyî jî îro bi polîtîkayên xwe wekî yên berê tevdigere. Ji bo jiholêrakirina vê baweriyê bîrdoziya fermî çi qasî xebitî be, îro ro bi versiyonên cüda heman tişt tên domandin. Niha elewîtiyê bi Wezareta Çand û Turîzmê ve girêdane, lê ya rast ev nişan dide ku ew polîtîkayên bi salan li ser Elewiyan pêk anîne, ber bi asteke din ve birine." 

Hatîmogûllari bilêv kir ku civaka elewî tu carî serî li ber polîtîkayên asîmlasyonê netewandiye û wê netewîne jî. 

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir jî anî ziman ku 87 sal berê bi dehhezaran elewî bi destên dewletê hatine qetilkirin û got ku gelê Kurd jî her tim li dijî vê komkujiyê têdikoşe."

Keskîn destnîşan kir ku wekî Seyîd Riza û hevrêyên wî gelê Dersimê jî li ber xwe dide û got: "Seyîd Riza û hevrêyên wî 100 sal berê serî netewandin. Em dizanin ku gelê Dersimê wê îro jî li ber vê zilm û qirkirinê bêdeng nemîne."