Deynên qeyûmê bi bilboardê ve hatin daliqandin

Şaredariya Misircê ku DEM Partiyê bi dest xist, eşkere kir ku qeyûm, şaredarî bi 165 milyon lîreyan xistiye bin deynan.

DEYNÊN QEYÛMÊ

Şaredariya Misircê ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dest xist, aşkere kir ku qeyûm 165 milyon û 54 hezar û 607,48 lîre deyn li pey xwe hiştiye. 

Deynên ku bi bilboardê ve hatin daliqandin wiha ne: 

* Bankaya Bajaran: 92 milyon û 310 hezar û 528,65 lîre

* Daîreya Bacê: 11 milyon û 244 hezar û 118 lîre 

* Saziya Ewlehiya Civakî (SGK): 7 milyon û 460 hezar û 829,18 lîre

* Sindoqa Teqewîdan: Milyonek û 460 hezar û 306,39 lîre

* Karên Avê yê Dewletê: 43 milyon û 910 hezar û 45,53 lîre 

* Deynên cemaweriyê: 269 hezar û 445,86 lîre

* Deynên dikandaran: 2 milyon û 502 hezar û 987,55 lîre

* Deynên kirêyan: 333 hezar û 189,40 lîre

* Deynên dosyayên îcrayê: 4 milyon û 442 hezar û 281,30 lîre 

* Deynên sendîkayan: 629 hezar û 875,62 lîre