NÛ BÛ II

Artêşa Tirk li başûrê Cerablûsê komkujî kir

Artêşa Tirk a êrîşî xaka Rojavayê Kurdistanê kir, li gundê Bir El Kûsa yê Cerablûsê komkujî kir. Herî kêm 20 sivîl li vî gundî hatin qetilkirin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, artêşa Tirk a dagirker li gundê Bir El Kûsa ku bi 13 kîlometreyan li başûrê Cerablûsê ye û bi 6 kîlometreyan li bakurê Çemê Sacûrê ye, komkujî kir.

Artêşa Tirk bi tank û balafirên şer bombe li vî gundî barandin û tê gotin gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Li gorî nûçeya AFP'ê herî kêm 20 sivîl di vê êrîşê de hatin qetilkirin. Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê jî ragihand, di êrîşa artêşa Tirk de herî kêm 70 sivîl mirin e û birîndar bûne.

Artêşa Tirk û çeteyên wê, ji duh ve êrîşî gundên di bin kontrola şervanên Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê de ne, dikin.