Adsoy piştî dîlgirtina 30 salan li Qoserê bi tilîliyan hate pêşwazîkirin

Abdulvahap Adsoy piştî 30 salên dîlgirtinê ji girtîgehên dewleta Tirk hate berdan. Li warê xwe li Qoserê bi kulîlk û tilîliyan hate pêşwazîkirin.

Abdulvahap Adsoy ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Bandirmayê dihat ragirtin, piştî 30 salan hate berdan. Adsoy, di kanûna sala 1993’yan de li navçeya Qoser a Mêrdînê hate girtin û Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) ya Amedê cezayê muebbetê lê birî. Adsoy, duh hate berdan û hate bajarê xwe navçeya Qoserê.

Adsoy, ji hêla malbata xwe û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ve li Balafirgeha Mêrdînê bi çîçek û tililiyan hate pêşwazîkirin. Li vir jî bi konvoyeke wesayîtan derbasî mala xwe ya li taxa Saniyeyê bû. Li pêşiya malê jî bi dahol û zirneyê hate pêşwazîkirin, govend hatin gerandin û tililî hatin avêtin.

Adsoy, di pêşwazîkirinê de axivî û wiha got: “Min sozek da û dê ji bo bicihanîna vê soza xwe bijîm. Min 30 salên xwe derbas kir lê ruhê min her tim bi we re bû. Heta ku xwîn di laşê min de hebe dê têbikoşim. Em hêza xwe ji gelê xwe digirin. Heta ku gelê me bi me re be tu kes nikare tiştekî bike. Spasiya we tevan dikim.” 
 
Hevserokê Şaxa MEBYA-DER a Mêrdînê Salih Kuday jî bal kişand ser çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê û israra di berxwedanê de vegot.