TJA: Em xwedî li girêva birçîbûnê derkevin!

TJA banga xwedîderketina li berxwedana girêva birçîbûnê kir.

Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî berxwedana girêva birçîbûnê ya girtiyan îro daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hete gotin: ‘’Li 19 girtiyên cuda, 37 jê jin girêva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ya 173 girtiyên siyasî ku bi mebesta dawî li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were  û azad bibe, li dijî polîtîkayên qirkirinê yên li bajarên Kurdistanê, li dijî şertên giranbûyî yên li girtîgehan ên bi Rewşa Awarte re û binpêkirinan dest pê kirî berdewam dike. Girêva birçîbûnê ya bêdorveger di roja 53’an de hatiye ber sînorê mirinê.’’

 ‘EM Ê LI DOR BERXWEDANÊ XWE BIKIN YEK Û BI SER BIKEVIN’

Di daxuyaniyê de hate gotin çalakiya girêva birçîbûnê ya li zindanan encama polîtîkayên şer ê qirêjî yê hikûmeta AKP’ê ye ku li Kurdistanê dimeşînin û wiha hate gotin:

‘’AKP  ya ku ji dema ku bûye serwer ve polîtîkaya tijekirina girtîgehan dimeşîne, bi binçavkirin û girtinan dixwaze radest bigire. Desthilatdarî Rewşa Awarte dike hincet li girtîgehan mafê mirovan binpê dike, bi kirinên rûmetşikîn hewl dide ku vîna berxwedane bişkîne û bipirnisîne. Girtîgehên Tirkiyê ji kampên hêsîran ne cudatir e, tim bi binpêkirinên mafa di rojevê de ye. Polîtîkaya çewisandina sîstema alternatîf a demokratîk ekolojîk ku gel û jin dixwazin li ser azadiya jinê ava bikin, ji zindanan dide destpêkirin û hewl dide li ser hemû civakê serdest bike.

Desthilatdariya AKP’ê li gel van hemû polîtîkayên radestgirtinê, binpêkirina mafan û tecrîda girankirî, li dijî polîtîkaya ku Tirkiyê veguherîne sîstema tecrîdê, di serî de hevrêyên me yên ku li zindanan li ber xwe didin, li her deverê li têkoşîna gelê Kurd rast hatiye. Me jinan çawa ku heta niha li polîtikayên AKP’ê ku nûnerê sîstema zilamserweriyê ye têkoşîn dabe, îro jî em ê li dor berxwedana zindanan bibin yek û teqez bi ser bikevin.

Di serî de hevalên me yên jin ku di şertên derasa de bi vîna xwe ya tazî têkoşîneke bêhhempa didin, daxwazên hemû girtiyên siyasî daxwazên me ne. Divê guh bidin van dawazan û di zûtirîn demê de ev daxwaz werin bicihanîn.

Di serî de pêkhateyên TJA’yê û jin em bang li hemû raya gitşî ya bihistyar, rêxistinên mafê mirovan, baro, rêxistinên saziya civakî û dezgahan dikin li cihê ku lê ne, ku xwedî li berxwedana zindana derkevin û daxwazên wan bînin bînin ziman.’’