Kongra Star bang li hemû rêxistinên jinên Sûriyeyê kir

Meclisa Kongra Star bang li hemû rêxistinên jinên Sûriyeyê kir û got, “Werin em bi hev re Sûriyeyeke demokratîk a nenavendî ava bikin.”

Der barê rewşa dawî ya Sûriyeyê de Meclisa Kongra Star a Rojava daxuyaniyek da.

"Weke ku tê zanîn ji aliyê muxalifê ve gelek bajarên Sûriyeyê hatin kontrolkirin û rejîma Baasˋê hate rûxandin. Artêşa Sûriyeyê tu berxwedanek ji bo parastina welatê xwe nîşan neda. Li hemberî vê yekê li qadên rizgarkirî û qadên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû gelên herêmê û bajarên xwe parastin û nehîştin gel di qirkirinê re derbas bibe.

Di vê dawiyê de, çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrîşî gelê Efrînê yê ji bo vegerê li Şehbayê mabûn, kir. Di encamê de gelek komkujî li dijî gel pêk anîn. Ji bo koçberên Efrînê xwe biparêzin berê xwe da herêmên Rêveberiya Xweser. Lê di derketina Efrîniyan a bi darê zorê de gelek zehmetî û astengî çêbûn.

Ji destpêka Şoreşa Rojava heya niha di hemû kar û xebatên avakirina sîstema jiyana demokratîk de armanca me parastina axa xwe, welatê xwe û gelên heremê bû. Ji bo avakirina avakirina Sûriyeyeke demokratîk gelek hewldan û xebatên diplomasiyê jî çêbûn. Di encama avakirina Şoreşa Rojava de ji bo ewlekarî û parastina axa xwe û gelên heremê hêzên QSD, YPG û YPJ’ê ava bûn. Bi wê yekê re destkeftî û nirxên şoreşê hatin parastin. Bi rêxistina gelên şoreşgerî ve hewldanên avakirina civakeke polîtîk û exlaqî hatin meşandin.

Di xebatên avakirina sîstema xweseriya demokratîk û netewa demokratîk de gelek jin û keçên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cihê xwe di nava Şoreşa Rojava û xebatên avakirinê de girtin. Di heman demê de di nava şoreşê de hêza YPJ’ê ava bû û li hemberî zilm û zordariya çeteyên DAÎŞˋê şer kirin, bi têkoşîn û berxwedanê ve gelên herêmê parastin. Di asta fedayîtî de şer kirin û li ber xwe dan û bi serketin. Di encamê de çeteyên DAÎŞˋê jî hatin têkbirin. Îro têkoşîn û berxwedana hêza YPJ’ê û hêza pêşengtiya jinên şoreşger, sîyasetmedar, xebatkar û endamên ku di avakirina sîstema jiyana demokratîk û azad de ked dane û li ber xwe dane ji hemû jinên cîhanê re bûne mînak, sembol û hêviyên azadiyê. Rola jinan di avakirina Sûriyeyeke demokratîk de di asta pêşengtiyê de bû û tevlîbûna xwe di her qadên jiyanê de dan xuyakirin. Bi hebûna îradeya jinên azad û demokratîk rola pêşengtiya şoreşa jiyana azad ji aliyê jinan ve hate nîşandan, hem di parastin, şerkirin û hem jî avakirina sîstema jiyana demokratîk û azad de.

Weke ku tê zanîn îro di encama hilweşîna rejîma Sûriywyê de wê gelek xêrnexweaz, çeteyên paramîlîter û desthilatdar wê jiyana gelên herêmê bixin xeteriyê û taybet jiyana jin û zarokan. Ji bo em xwe ji alozî, belavbûn û dagirkeran biparêzin û rizgar bikin pêşengtiya jinan pêwîst dike. Destûra nû ya ku ji bo Sûriyeyê bê avakirin divê jin jî tê de cih bigirin û rola xwe ya pêşengtiyê ji vê yekê re bikin. Di avakirina Sûriyeyeke pêşerojê de divê jin tê de pêşeng bin û bibin aktorên sereke. Ji bo vê jî em wek Meclisa Kongra Star a Rojava bang li hemû jinên Suriyê dikin ku werin em bi hev re Sûriyeyeke demokratîk a nenavendî ava bikin. Em jinên Sûriyeyê vedixwînin têkoşîn û berxwedanê û banga pêkanîna rola pêşengtiyê dikin.

Li ser van esasan em bi armanca ewlekarî, parastin û çareserkirina pirsgirêkên civakê erkên ku bikeve ser milên tevgera Kongra Star çi be em ê pêk bînin û berxwedanê dewam bikin. Em bang li hemû rêxistin, sazî û jinên Sûriyeyê dikin ku em bibin yek û em nehêlin di nava civakê de tu kes tevlîheviyan derxin û zirarê bidin civakê. Em ê pêşiya vê kaos, krîz û tevliheviyê bi hêz, têkoşîn û berxwedana vîna jinan ve têk bibin."