Konferansa Jinan: Ji bo qetilkirinên siyasî Fransa tercîheke bi ewle ye

Ji bo bîranîna 3 jinên şoreşger ên Kurd ku 9 Çileya 2013'an li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, konferanseke ya jinan hate lidarxistin.

Di konferansê de ku têkoşîn û pirsgirêkên jinan hate gotûbêjkirin, aktivîstên jin ên ji deverên cuda yên cîhanê beşdar bûn. Hevla Dûlcîe September Jacqûelîne 

Derens, diyar kir ku Fransa ji bo qetlîamên siyasî 'Terciheke bi ewle ye.'
Konferans li ser bîranîna, yek ji damezrênera PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên ku di 9'ê

Çileya 2013'an de li Parîsê hate qetilkirin hate lidarxistin. Ji aliyê Tevgera Jinên Kurd ên Ewrop, Kolektîfa Pişgiriyê ya bi Jinên Rojava re, Femmens Solîdaîres û Meşa Jinên Cîhanê ve hate organîzekirin. Jinên Aktivîst li dijî qirkirina jinan axaftin kirin. Bi vê konferansê hewldan ku li dijî qirkirina jinan torekî jinan a navneteweyî bidin avakirin.

SEROKA ŞAREDARIYÊ: BAJARÊ PARÎS BI TENÊ YE

Di konferansê de destpêkê Hevşaredara Semta 2'emîn a Parîsê Jacqûes Boûtaûlt axivî. Boûtaûlf diyar kir ku serbilindin ku li vê semta Parîsê maf tê dayîna jinan. Boûtaûlt destnîşan kir ku bi konferansên bi vî awayî dikin armanc ku dengê jinan hê xurtir li cîhanê deng vedin, divê çarçoveyê de 3 jinên şoreşger ên Kurd ku li Parîsê hatin qetilkirin bibîr tinin. Boûtaûlt wiha got: "Ez li gel we me, bajarê Parîsê bi tenê ye."Boûtaûlt bi bîr xist ku bi mirina Omer Guney divê doz bi dawî nebe û got: "Divê doz bigihêje heta berpirsyarê dawî yê."

JIN LI HER DEVERA CÎHANÊ TÊ QETILKIRIN

Cigira Seroka Şaredariyê Helene Bîdard jî diyar kir ku bi mirina sûcdar divê doz neyê ragirtin, berdewam bike. Bîdard wiha got: "Em li vir narawestin. Em ê li gel we têkoşînê bikin." Bîdard diyar kir ku sedemê vê qetlîamê têkiliyên Enqerê yên li gel hikûmeta Fransayê pêk hatiye û bal kişand ser rewşa zextên li Tirkiyeyê.
Bîdard têkildarî naveroka konferansê jî agahî da û diyar kir ku qirkirin li her devera cîhanê li ser jinê tê kirin û daxwaz kir ku berpiryar bên dadgehkirin. Bîdard, behsa girîngiya têkoşîna li dijî bêcezakirinê dide meşandin kir. Bîdard diyar kir ku divê li dijî qirkirina jinan rêxistinekî navneteweyî bê avakirin.

DI QETLÎAMA PARÎSÊ DE PERPIRSYARTIYA HIKÛMETA FRANSAYÊ JÎ HEYE

Parêzer Gabrîela Conder, behsa qetilkirina 3 jinên şoreşger kir û wiha got: "Ev qirkirinekî siyasî ye. Dewleta Fransa hem di kirina qetlîamê de û hem jî ne bi cih anîna edaletê jî perpirsyare. Di wê fikrê de me ku ev qetlîam di navbera têkiliyên servîsa veşartî ya Fransa û Tirkiye de pêk hatibe."

FRANSA JI BO QETLÎAMÊN SIYASÎ "TERCÎHEKÎ BI EWLE YE"

Piştî navbera bi pirs û bersivan dewam kir û şûn de, Rojnamevan Laûre Marchand a ku beriya demekê têkildarî doza Qetlîama Parîsê pirtûka wê derketibû rûniştina 2'emîn bi rê ve bir. Ji hevalên Dûlcîe Septenber ên ji Başûrê Efrîqa ku di sala 1998'an de li Parîsê hatin qetilkirin Jacqûelîne Derens, seroka Komeleya Piştgiriya Fransa-Kurdistanê Sylvîe Jan û endama Koordînasyona Ewropa ya Rêxistina Meşa Jinên Cîhanê Vanîa Martîns di rûniştina 2'emîn de mafê axaftinê girtin. Destpêkê Jacqûelîne Dernse mafê axaftinê girt, têkildarî mijara qetilkirina jinan a siyasî axaftinek kir. Derens, jiyan û têkoşîna, qetilkirin û fermana qetilkirina nûnera Kongreya Netewî ya Afrîqa a Parîs (AND) Dûlcîe Septenber a li Parîsê vegot. Derens diyar kir ku tenê guleyek li serê Semtenberê xistbû û qetilkiribû. Deresen bi bîr xist ku li welatên cîranê Başûrê Afrîqayê 80 qirkirinê siyasî ji aliyê rejîma apartheîdê ve hatin kirin, ji bo sekvaniyê jî hilbijartina Fransayê jî ne ji rêzê ye. Derens a diyar kir ku ji bo qetilkirinên siyasî Fransa "Tercîhekî bi ewle ye" û got: "Bi qetilkirina Septemberê Fransa di vê girêdanê xwe yên siyasî piştguh nekirba. Derens di dewam axaftina xwe de ev tişt got: "Eger ku servîsên Başûrê Afrîqa fermana qetilkirinê jî dabe, servîsên Fransa çima rê da vê yekê." Divê ev rojekê bê zanîn."

QETILKIRINA HER 3 JINAN QIRKIRINA JINANE

Moderator Laûre Marchand jî diyar kir ku di navbera qetilkirina September û qetilkirina 3 jinên şoreşger ên Kurd ên li Parîsê nuqteyên hevpar hene, mafê axaftinê da Sylvîe Jan. Jan diyar kir ku qetilkirina 3 jinan ziyan da demokrasiyê, têkoşîna ji bo edaletê tê kirin di heman demê de ji bo demokrasiyê ye jî. Jan bi bîr xist, qetilkirina her 3 jinên şoreşger ên Kurd ku ji aliyê servîsên veşartî yên Tirk ve, weke "Qirkirina jinan" pênase kir. Jan diyar kir ku ev bûyer li Parîsê qewimî û bi hêrs got: "Ev her kesê eleqedar dike. Ev qetilkirina siyasî, ji bo pêvajoya aştiyê bi ser nekeve, provekatorekî pir mezin bû." Jan diyar kir ku Fransa Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez neparast. Di vî warî de hikûmeta Fransa ji qetlîamê berpirs e. 

ROJA 9'Ê ÇILEYÊ TÊKOŞÎNA LI DIJÎ QETLAMÊN SIYASÎ YE

Endama Koordînasyona Ewropa ya Rêxistinên Meşa Jinên Cîhanê Vanîa Martîns, piştî têkoşîna li derdorî Meşa Jinên Cîhanê vegot û şûn de, behsa xebatên hevpar ên bi jinên Kurd re dimeşînin kir. Martîns destnîşan kir ku Meşa Jinên Cîhanê di kesayeta 3 jinên Kurd de, 9'ê Çileyê weke roja têkoşîna li dijî qetlîamên sîyasî qebûl kirine. Martîns, diyar kir ev pêşniyar ji aliyê jinên Kurd ve hatiye kirin.

ŞANSÊ ME YÊ WINDAKIRINÊ NÎNE

Ji Kolektîfa Piştiriya bi Jinên Kobanê re Elsa Meûnîer di rûniştina 3'emîn de moderatorî kir. Di vê rûniştinê de ji Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê Songûl Omerce û Midûra Karê Nivîsê ya Kovara Clara Carîne Delahaîe mafê axaftinê girtin. Sogûl Omerce bi bîr xist ku heta roja me ya îro li Frnasayê 25 qirkirinên siyasî pêk hatiye û wiha got: "Îro qirkirinên ku li Parîsê tên kirin ne tesadûf in." Omerce diyar kir ku ronîkirina qetlîama 2013'an di aliyê ronîkirina hemû qetlîamên siyasî de xwedî girîngiyeke taybet e.Omerce destnîşan kir ku ji ber vê sedemê piştî 9'ê Çileya 2013'an û şûn de weke Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê di nava têkoşînekî xurt de ne." 

Omerce wiha pê de çû: "Ji bo jinan têkoşîn xurtkirin pêwîstiyeke û neçariye. Şansê me yê windakirinê nîne. Ji bo vê ji divê ji ezmûnên jinên cîhanê sûd wergirtin, em ê têkoşîna jina li Kurdistanê bilind bikin. "