Konferansa ‘’Jin Rêveberiyên Xwecih Nîqaş Dikin’ pêk tînin

Meclîsa Jinan a HDP’ê, bi tevlêbûna Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag li Otêla Elîte World, bi navê ‘’Jin Rêveberiyên Xwecih Nîqaş Dikin’ konferansek li dar xistin.

Konferans bi axaftina endama Koordînasyona Meclîsa Jinan a HDP’ê Beycan Taşkirina dest pê kir. Taşkiran got, bi mebesta ku pirsgirêkên ku têkoşîna jinê dijî, nîqaş bikin wan konferans li dar xistin.

Hevseroka HDP’ê Yuksekdag jîg ot, destkeftiyên jinan ên rêveberiyên xwecih de destkeftinên krîtîk in. Bi berdewamî diyar kir ev destkeftin jî destkeftinên têkoşîna azadiyê ya jinê ne. Yuksekdag diyar kir 103 şaredariyên DBP’ê bi awayekî fermî ji hevseroktiyê têne temsîlkirin û wiha got: ‘’ Wekhevî ne tenê daxwaza tevgera jinê ye. Wekhevî û hevjiyan pêdiviya tevahiya civakê ye û formeke wiha ye ku asta demokratîk a siyaseta me wê bilind bike. Ango bingehê fikra wekheviyê ya jinê hate avêtin  ku wekheviya gelan, wekhviya çînên çewisandî ji ber xwe dike bingeh.’’ Yuksekdag diyar kir têkoşîna azadiya jinê bi tecrûbeya rêveberiyên xwecih di hemû qadên jiyanê de ji pozîsyona yên ku têne rêveberin derketiye û bûne rêveber. Bi berdewamî Yuksekdag wiha got, ‘’Em ji ber vê sedemê serketina jinê ya di nûnertiya siyasî de weke serkeftina têkoşîna demokrasiyê dibînin. Bi demên dirêj têkoşîna azadiya jinê nebûya, bi vî awayê xurt wê temsîla xwe nedîtiba. Ev fêkiyên têkoşîna me ne. Lê sîstem serweriya zilêm li vê darê xistin. Qeyûma bi ser şaredariyên me de yek ji van nêzîkatiyan e. Du armancên qeyûmên hene: 1- Darbeya li heqê demokratîk a gel û 2- darbeya li vîna jinê ya di  siyasetê de.’’

Yuksekdag got amirên milkî, qeymeqam li cihê ku qeyûm tayîn kirine li şûna şaredarên hilbijartî kirine û got, ‘’li hemû deverên ku qeyûm lê tayîn kirine, kirina wan a pêşî ew bûye ku pergala hevseroktiyê berhewa bikin. Cihê pêşî ku darbe lê xistine hevseroktî û ya dî jî darbe ji jiyana jinê ya hilmstandinê kirine’’

EW DEM E KU LI DIJÎ DARBEYA LI JINÊ WERE SEKINANDIN

Yuksekdag bi berdewamî wiha got: ‘’Em bi hişmendiya wekheviya zayendiya civakî şaredariyê bi rê ve dibin. Dixwazin darbeyê li vê bikin. Ev hincirand desketfiyên me ye ku bi salan hatine bidestxistin, hewldana fetisandina destkeftiyên me ye. Dema wê ye ku em li dijî vê tevgera darbeyê ya li dijî jinê bi awayekî xûrt û rêxistinbûyî rawestin.’’

TÊKOŞÎNA DU MÎHWERAN HEYE

Yuksekdag bersiv da gotinên Erdogan ku digot, ‘’Ne weke madaman em ê weke zilaman bimirin’’ û got, ‘’Em ê yan weke madam an jî weke ‘adaman’(zilam)  bimirin. Tişta ku didine gelên Tirkiyê ev e. Ew di mirinê de jî cihêtiyê dikin. Ev gotin a nûnerê desthilatdariya siyasî ya Tirkiyê, ya wî şexsê  li Qesrê ye. Ev hevok asta herî bilind a dijûnê ye ya li gelan hatî kirin. Em jî wiha bi hêsanî ji ya xwe nayên xwarê. Em naxwazin ji nav mirinan mirinan biecibînin. Mihwera me ya siyasî aştî û jiyan e. Ya wan şer û mirin. Îro têkoşîn van mihweran heye. Em li dijî van ên ku siyaseta şer û mirinê dikin, divê siyaseteke xurt bikin.’’

YA GIRÎNG JIYANA BI RÛMETΠ

Yuksekdag wiha dawî li axaftina xwe anî: ‘’Desthilatdariya siyasî ya ku ji hêlekê ve mirinan jî ji hev vediqetîne, Tirkiye kiriye goristana jinan. Ev desthilatdariya siyasî di encama siyaseta ablûkayê de bedena jinên berxwedên ên can jê çûyî tazî kir û teşîr kir. Di mehên pêşî yên 2016’an de nêzî 200 jinî ji hêla zilêm ve hatin kuştin. Ev desthilatdariya siyasî weke ku namirin, mirina jinê jî kêm kir. Li vî welatî her meh 30 jin ji ber desthilatdariya siyasî têne kuştin. Miorv dikare weke zilaman jî weke jinan jî bimire. Em ji mirinê hez nakin. Em ne mirinê jiyanê hildibêjêrin. Jinan jî jiyaneke dadmend hilbijartin. Mirina herî xirab li cem me mirina weke ya dîktatorekî ye. A girîng ew e ku mirov bi rûmeta xwe bijî û çi jî bibe weke zaliman û dîktatoran nemire’’