TJK-E'yê banga tevlîbûna li mîtînga 15’ê Nîsanê kir

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ji bo mîtînga ku 15’ê Nîsanê wê li dijî bêdengiya CPT’ê li Strasboûrgê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

BANGA JI BO MÎTÎNGA 15’Ê NÎSANÊ

TJK-E’yê daxuyaniyek nivîskî da û bang li her kesî kir ku li dora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kom bibin û li dijî dagirkerî û polîtîkayên îmhayê bisekinin.

Daxuyaniya TJK-E’yê bi vî rengî ye:

“Dewleta Tirk a faşîst bi polîtîkayên şer ên li dijî Kurdan, hewl dide gelekî tune bike, zêdeyî 3 sal in Rêber Apo di bin tecrîda mutlaq de digire û hemû nirxên hiqûqî yên gerdûnî binpê dike. Kurd dizanin ku hêzên navneteweyî DYE, welatên NATO’yê û welatên Ewropayê bi bêdengiya xwe piştgiriyê didin van polîtîkayan.

Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ ku 10’ê Cotmehê bi piştgiriya gelek welatan hate destpêkirin, ev polîtîkayên qirkirin û şer raxist ber çavan. Yekane muxatabê ku aştiyê bîne Rojhilata Navîn Rêber Apo û Konfederalîzma Demokratîk e. Îro di serî de rêxistinên jinan ên li her çar parçeyên Kurdistanê, bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ji rêxistinên jinan ên li cîhanê re bû hêvî û hêza jinê ya berxwedan, rêxistinbûn û şer derxist holê. Bi vê hêzê jinên Kurd bi têkoşîna azadiyê ya li dijî DAÎŞ’ê, di rûpelên zêrîn ên dîrokê de cihê xwe girt.

Îro jin bi Îdeolojiya Rêber Apo ya têkildarî azadiyê, bi coş hêza xwe ya cewherî xwedî li 8’ê Adarê û 21’ê Adarê derketin. Di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de li dijî her cure bêhiqûqiyê serketineke mezin bi dest xistin û dersa AKP a faşîst danê. Jin li her deverê diyar dikin ku wê jiyaneke bêyî Rêbertî qebûl nekin.

15’ê Nîsanê ji bo ku em wezîfe û berpirsyariyên CPT’ê li bîra wê bixin, Kurd û dostên wan wê bi pêşengiya jinan li Strasboûrgê bên ba hev. Di vî warî de; ji bo kombûna li dora Rêbertî û xwedî derketina pêngavê û ji bo rabûna li dijî her cure dagirkerî û polîtîkayên îmhayê em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe dikin ku bi me re piştevaniyê mezin bikin.”