Jinûve Fikirîna Cîhanê: Ger Kurd bi ser bikevin wê li Rojhilata Navîn aştî pêş dikeve

Hevseroka PYD'ê Asya Abdullah di roja duyemîn a konferansa li Berlînê de axivî, bal kişand ser krîza li Rojhilata Navîn û destnîşan kir ku çareserî bi bidestxistina mafên Kurdan pêkan e.

Konferansa bi navê Jinûve Fikirîna Cîhanê: Zehmetî, Derbasî û Perspektîfên Kurdan' ku ji aliyê KURD-AKAD û Civaka Azad ve li paytexta Elmanya Berlînê hat organîzekirin, piştî roja duyemîn bi dawî bû.

Di roja duyemîn a konferansê de du panelên bi sernavên “Elmanya, Tirkiye û Kurd” û “Pergaleke Cûda ya Cîhanê: Ajoyên Nû û Perspektîf” hatin lidarxistin. Di rûniştina yekemîn a panela “Elmanya, Tirkiye û Kurd" de ku serê sibê ji du rûniştinan pêk dihat Prof. Kenan Engîn û aktîvîst Yilmaz Peşkevin Kaba nirxandin kirin.

Di rûniştina yekem de bi moderatoriya rojnamevan Susana Santina, Zanyarê Siyasî ya Zanîngeha Akkon a Berlînê Prof. Kenan Engîn li ser "Koçberiya Kurdan a zêdetirî 100 sal in li Elmanyayê: Nêrîneke Giştî" axivî. Prof. Kenan Engîn derbarê pêkhatina dîasporaya Kurdî li Elmanyayê, diyar kir ku Kurd cara ewil bi rêya koçberiya kar a ji parçeyên Kurdistanê hatine Elmanyayê. Engîn da zanîn ku di avakirina nasnameya Kurd a li Elmanyayê de saziyên Kurdan girîng in.

Aktîvîstê mafên mirovan Yilmaz Kaba di pêşkêşiya xwe ya bi navê “Elmanya û pirsgirêka Kurd: Çîrok û rastî" de bal kişand ser rewşa Elmanya û pirsgirêka Kurd. Kaba diyar kir ku Elmanya ji ber têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re çek firot Tirkiyeyê û ev çek li Rojava, Başûr û Bakur li dijî Kurdan hatin bikaranîn.

ERDOGAN PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ JI BO BERJEWENDAIYA XWE BI KAR ANÎ

Di rûniştina duyemîn a panelê de Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Prof. Mîthat Sancar sernavê "Li Tirkiyeyê demokrasî: Restitutio Ad Integrum (vegerandina rewşa wê ya eslî) an jî destpêkek nû" nirxand. Prof. Sancar got, “2015 salek pir girîng bû. Ji ber ku wê demê Erdogan bi Kurdan re pêvajoya aştiyê dimeşîne. Erdogan vê pêvajoyê ji bo desthilatdariya xwe weke amûrek bikar anî. Li aliyê din HDP difikire ku di navbera çareseriya pirsgirêka Kurd û demokrasiya Tirkiyeyê de girêdanek pir girîng heye. Di hilbijartinên ku di pêvajoya aştiyê de hatin kirin de Erdogan dengên ku dixwest bi dest.” Sancar bi lêv kir ku Erdogan çima berê xwe da siyaseta şer û got ku li Rojavayê Kurdistanê Rêveberiya Xweser a Kurdan ew bêzar kir. Mîthat Sancar anî ziman ku partiya wî tevî guhertina navê xwe jî heman prensîban diparêze û got, “Tevî ku îro bi awayekî fizîkî li şûna HDP’ê DEM Partî hatiye guhertin, lê ji sala 2012’an û vir ve bi heman paradîgmayê tevdigere. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dixwaze.”

KURD KIRIN QÛRBANA BERJEWENDIYÊN TIRK-ELMANYAYÊ

 Dr. Huseyîn Çîçek di axaftina xwe ya bi sernavê "Berjewendiyên li dijî prensîban - Parametreyên polîtîkaya derve ya Elmanyayê" de diyar kir ku NATO û YE di diyarkirina polîtîkaya derve ya Elmanyayê de diyarker in. Çîçek got, "Elmanya di têkiliyên xwe yên bi welatên dijdemokratîk re li sîstemên welatan nanêre."

Endama MAF-MAD'ê Dîlan Akdogan bal kişand ser bandora têkiliyên Tirkiye-Elmanyayê ya li ser Kurdên li Elmanyayê dijîn û got, Kurdankirina qûrbana berjewendiyên Elman-Tirkiyê Dîlan Akdogan bi bîr xist ku dewleta Elman di dosyaya Alî Kaya de weşanxaneya Kurdî girtiye û diyar kir ku rojname, weşanxane û saziyên Kurdan hatine qedexekirin û wiha domand: “Li Elmanyayê ji aliyê siyaseta rastgir ve Kurd tên krîmînalîzekirin. Kurdên aktîf ên siyasî ji ber qedexeya PKK'ê dema ku mafên xwe yên azadiyê, rêxistinbûnê bikar tînin rastî astengiyan tên. Bandoreke din a polîtîkaya krîmînalîzekirina li hemberî Kurdan nêzîkatiya li Kurdan a di pêvajoya penaberiyê de ye. Destûra rûniştina wan yan tê astengkirin, jê tê standin, yan jî bi cezayê derneketina ji bajarê ku lê ye rû bi rû dimînin. Elmanya dema li dijî Kurdan polîtîkaya krîmînalîzekirinê dimeşîne, qedexeya PKK’ê weke hincet bikar tîne. Qedexeya PKK'ê bi hincetên wekî 'PKK berjewendiyên Elmanyayê dixe xeterê', 'PKK qanûnên sûc ên li vir tên pêkanîn binpê dike', 'PKK ewlekariya navxweyî û nîzama giştî dixe xetereyê' rave dike. Ev qedexe dema ku Tansû Çîller li Tirkiyeyê desthilatdar bû xistim meriyetê. Lê belê li Elmanyayê tu çalakiyên PKK'ê nîne. Mafê azadiyê û rêxistinbûnê yê Kurdistaniyên li Elmanyayê dijîn tên astengkirin.”

TEVGERA JINÊN KURD BÛ ÇAVKANIYA ÎLHAMÊ

Panela dawî ya konferansê bi sernavê "Pergaleke Cûda ya Cîhanê: Ajoyê Nû û Perspektîf" hat organîzekirin. Panel bi moderatoriya Profesorê Zanîngeha Gießen ê Elmanyayê  Dr. Christine Low ve hat lidarxistin. Şêwirmenda Bilind a Weqfa Berghof a Elmanyayê Veronique Dudouet li ser mijara "Pergala Nû: Stratejiya Aştiyê - Berxwedan û Berxwedan" nirxand. Veronique Duduet ku li ser mijara aştî û aştiya erênî rawestiya, mînakên têkoşîna jinan a li Efrîkaya Başûr û Kolombiyayê rêz kir û got, "Helbet di vê mijarê de Tevgera Jinên Kurd bû çavkaniya îlhamê û bandora Tevgera Jinên Kurd li ser têkoşîna femînîstan kir.”.

Veronique Duduet da zanîn ku li Rojhilata Navîn gelek pêvajoyên aştiyê hene û wiha domand. “Mixabin hevdîtinên aştiyê yên di navbera PKK û dewleta Tirk de bi neyînî bi dawî bûn.” Veronique Duduet derbarê hevdîtinên navbera Tirkiye û PKK’ê de jî got, "Hikûmetê xwe xist ewlehiyê, lê ti garantî ji aliyên din re çênekir.”

JIN JIYAN AZADÎ NE TENÊ JI BO KURDAN E 

Endama Tora Akademîsyenên Kurd (Kurd-Akad) Dr. Dersîm Dagdevîren bi sernavê "Ji Çareseriya Demkî Berbi Çareseriya Daîmî: Perspektîfa Jin, Jiyan û Azadiyê" pêşkêşî kir û got, “Ev feraseta modernîteya demokratîk e. Konfederalîzma demokratîk li ser bingeha civaka polîtîk a exlaqî, civaka ekolojîk û azadiya jinan hatiye avakirin. Li aliyê din kapîtalîzm, endustriyalîzm û netewe-dewletparêziya li ser yekdestdariyê heye. 
Taybetmendiya herî girîng a vê çareseriyê (konfederalîzma demokratîk) ew e ku ne tenê ji bo Kurd, Kurdayetî û Kurdistanê ye. Mîna Jin Jiyan Azadî, di sala 2006’an de jî jinan li Stenbolê meşek li dar xistin û ev dirûşme anîn ziman. Her wiha ev dirûşme di meşên ku jinên Kurd ên li Elmanyayê organîze kirin de hatin berzkirin. Her wiha Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jin Jiyan Azadî weke madeya xwe ya bingehîn qebûl kir.” 

LI ROJHILATA NAVÎN ÇARESERÎ EW E KU KURD BIGIHÊJIN MAFÊ XWE

Hevseroka PYD'ê Asya Abdullah diyar kir ku rêveberiya xweser a bi navê "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Modela Herêmî - Vebijêrka Navneteweyî" dikare ji bo pergala heyî bibe model. Asya Abdullah got, “Di serdema ku em tê de ne, gelek nêrîn û nêzîkatiyên cuda hene. Divê em jî bi xwendina gelek perspektîfên cuda nêrîna xwe parve bikin. Êdî em nikarin pirsgirêkên heyî weke pirsgirêkeke du alî şîrove bikin. Bi taybetî dema ku em behsa Kurd û Kurdistanê dikin, peymanên ku hatine kirin ne tenê peymanên wan kesên ku Kurdistan dagir kirine. Peymanên ku li ser Kurdistanê hatine kirin peymanên navneteweyî ne. Ev peyman ji aliyê hêzên navneteweyî û herêmî ve li ser Kurdistanê hatin bicihanîn. Peymana Lozanê peymaneke navneteweyî bû. Komploya navneteweyî ya di sala 1999’an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo û gelê Kurd pêk hat, peymaneke navbera dewletan bû.

Ne tenê karê hêzên dagirkerên Kurdistanê bû. Di sala 2018’an de dagirkirina Efrînê û di sala 2019’an de jî dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê ne tenê ji aliyê dewleta Tirk ve pêk hat. "Dîsa lihevkirinek çêbû û hin hêz stûnên vê peymanê bûn." Asya Abdullah diyar kir ku pirsgirêka Kurd ne tenê pirsgirêka Kurdan e û wiha domand: “Pirsgirêka Kurd pirsgirêka hebûnê ye, pirsgirêka nasnameyê ye. Ji ber vê yekê li her cihê ku pêşketinek çêbibe, bandora xwe li ser civaka kurd dike. Li ku derê windahî hebe bandorê li tevahiya civaka Kurd û têkoşîna wê dike. Ji bo vê jî di serdema ku em tê de dijîn têkoşîna hevpar û tifaqa netewî ya civaka Kurd xebateke stratejîk e; da ku em li dijî siyaseta qirkirinê ya li Kurdistanê têbikoşin.”

Asya Ebdullah bal kişand ser qeyrana li Rojhilata Navîn û diyar kir ku heke Kurd mafên xwe bi dest bixin dê çareserî pêk were.