KCDK-E bang li her kesî kir ku tevlî çalakiya li Strasboûrgê bibe

KCDK-E'yê bang li her kesî kir ku beşdarî çalakiya 15'ê Nîsanê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bibin ku wê bi dirûşma "Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re" bê lidarxistin.

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyek weşand û got, "Dewleta Tirk a faşîst mêtinger û hêzên komploger ên bi bêdengiyê piştgiriya wê dikin, 25 sal in li dijî Rêber Apo, gelê Kurd û têkoşîna azadiyê êrîşa qirkirinê dimeşînin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ew nema dikarin xwe li tecrîda 25 salan rabigirin û hate gotin, "Azadiya Rêber Apo ji bo me bûye armanca me ya bingehîn a jiyanê.

Rêber Apo navê berxwedana dîrokî ya li dijî peymana Lozanê ye ku bi wê yekê xwestin Kurdan bi sedan salan dîl bigirin, qir bikin û Kurdistan parçe kirin. Bi armanca têkbirina dewleta Tirk a qirker û pûçkirina hêzên komploger ên navneteweyî di 15'ê Nîsanê de wê li Strasboûrgê mîtîng bê lidarxistin. Ji bo vê mîtîngê em seferber bibin.

Divê gelê me yê fedakar û dostên me bi ruhê seferberiyê beşdarî vê mîtînga girseyî bibin.

Weke KCDK-E em bang li her kesî dikin ku di azadiya Rêber Apo de bicivin, bi dirûşma 'Azadî ji Rêber Apo û çareserî ji pirsgirêka Kurd re' ku sembola rizgariya bingehîn a mirovahiyê ye, beşdarî mîtînga li Strasboûrgê bibin.

Em stratejiya hînkirina jiyaneke bêyî Rêber Apo red dikin. Em azadiya Rêber Apo dikin navenda kar û jiyana xwe û li ser vê bingehê bang li her kesî dikin ku 15'ê Nîsanê bi hezaran kesî xwedî li vê armancê derkevin."