Şehîdên azadiyê li Bernê hatin bibîranîn: Em ê li dijî êrîşan berxwedanê mezin bikin
Şehîdên ku di dîrokên cuda de li nava refên gerîla şehîd bûne li Bernê hatin bibîranîn. Di bîranînê de peyama têkoşîna li dijî dagirkerî û xiyanetê hat dayîn.
Şehîdên ku di dîrokên cuda de li nava refên gerîla şehîd bûne li Bernê hatin bibîranîn. Di bîranînê de peyama têkoşîna li dijî dagirkerî û xiyanetê hat dayîn.
Sara Tolhildan (Dîlara Urper) û Rûken Zelal (Emel Feremez Hisên) ku di 26’ê Îlona 2022’an de çalakiya fedayî pêk anîn, Endamê TEV-Dem’ê Cemîl Hebîb ku 14’ê Tebaxê di encama krîza dil de şehîd bû, Fermandara Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervîn Sîdar ku 15’ê Îlonê di êrîşa hewayî ya li dijî Minbicê de şehîd bû, şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Roşna Egîd (Zulfiye Bînbîr) ku 2’ê Îlona 2023’an de şehîd bibû, Gerîlaya YJA-Starê Ardem Ararat (Sûltan Orûç) ku 1’ê Tebaxa 2023’an de li Garzanê şehîd bû, Gerîlayê HPG’ê Rêdûr Sîser (Guven Ozcan) ê 27’ê Tîrmehê li Garzanê şehîd bû, Munzur Rojava (Yusuf Hacî) ê di 19’ê Tebaxa 2021’a de şehîd bibû û Bengîn Barman (Kahraman Karataş) ku di 4’ê Tîrmehê de li Bestayê şehîd bibû, li paytexta Swîsre Bernê bi çalakiyek girseyî hatin bîranîn.
Çalakiya bîranînê ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan a Swîsreyê (KOMAW) ve li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (CDK) hat lidarxistin. Malbatên Şehîdan û gelek Kurdistanî beşdarî bîranînê bûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê Nûnerê KOMAW’ê Mustafa Karahan axivî. Karahan sersaxî da malbatên şehîdan û anî ziman ku jiyana şehîdan tijî têkoşîn e û diyar kir ku ew ê têkoşîna şehîdan bidomînin.
Piştre xizmên şehîdan ku beşdarî bîranînê bûn, mafê axaftinê girtin.
MALBATÊN ŞEHÎDAN: EM Ê LI PEY ŞEHÎDÊN XWE BIN
Xwişka Ardem Ararat, Şerîfe Orûç wiha got: “Ev berxwedana bi rûmet a şehîdên me ji bo me mîrateye û divê em xwedî li vê mîrateyê derkevin.” Birayê Roşna Egîd, Zulfu Bînbîr jî wiha got: “Şehîdên me rûmeta me ne. Li çar parçeyên Kurdistanê şer û têkoşîn didome. Em bi şehîdên xwe re serbilind in. Em ê li pey şehîdên xwe bin.”
Birayê Şehîd Sara Tolhildan, Mehdî Urper anî ziman ku şehîd xwedî bîr û dîrok in û got: “Ev pergal ji xeynî têkoşînê ti rêyeke din ji Kurdan re nehiştiye. Têkoşîn û berxwedaneke ku 45 sal in didome, heye. Em ji bo vê berxwedanê spasiya PKK’ê dikin. Ev tevger ji bo berjewendiyên me yên netewî têdikoşe û şehîdan dide.”
NÛNERA PYD: EM NEÇAR IN LI DJÎ DAGIRKERÎ Û XIYANETÊ TÊBIKOŞIN
Li ser navê Partiya Yekîtiiya Demokrat (PYD) Zozan Dêrik axivî. Dêrîk bi bîr xist ku her roj li çar parçeyên Kurdistanê şehadet çêdibin û wiha got: “Serê Rêbertiya me û malbatên şehîdan sax be. Ev hevalên me di bin şert û mercên êrîşên giran de bi ruhê fedayî şer kirin û şehîd bûn. Em di pêvajoyeke giran de ne û divê li ber xwe bidin. Li dijî tevgera me li her derê êrîş hene. Em ji ber êrîşan her roj şehîdan didin. Di encama êrîşên li Rojava, Qendîl û Başûr em şehîdan didin. Dijmin îsal ji bo tunekirina Kurdan êrîşên xwe zêde kiriye û hemû hêza xwe bi kar tîne. Başûr bûye navenda îstixbarata dewleta Tirk, PDK pêşengiya vê xiyanetê dike, rê li ber dewleta Tirk vedike, îstixbaratê dide û êrîş dike. Gava Hakan Fîdan çû Hewlêr û Bexdayê, me dizanî ku li pişt vê hevdîtinê çi heye. Me dizanîbû ku wê êrîş çêbibin. Divê em li dijî êrîşan zelal bin û têbikoşin. Dewleta Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê asê maye û ji ber vê piştgiriyê ji PDK’ê distîne. PDK bi rola xwe ya hevkariyê piştgirî dide. Divê em li her qadê di têkoşîna xwe de zelal bin.”
SARÎNA LORÎN: LI DIJÎ ÊRÎŞAN JI XEYNÎ TÊKOŞÎNÊ TI RÊYEKE DIN NÎNE
Di bîranînê de herî dawî li ser navê Tevgera Ciwanên Kurd ên Ewropayê Sarîna Lorîn axivî. Sarîna Lorîn diyar kir ku li dijî êrîşan ji xeynî têkoşînê ti rêyeke din nîne û got: “Em di pêvajoyeke dîrokî de ne û dema azadkirina Rêbertî ye. Divê em tecrîda li ser Rêbertî bişkînin. Em bang li gelê xwe dikin; Ji bo azadkirina Rêbertiya xwe têkoşîna xwe mezintir bikin.”
Bîranîn piştî pêşandana sînevîzyonê bi dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.