Şehîd Sorxwîn Aram li Mannheîmê hat bibîranîn

Şehîd Sorxwîn Aram bi beşdariya xizmên xwe li Mannheîmê hat bibîranîn.

Sorxwîn Aram (Medîne Unvar) ku di 4’ê Îlona 2017’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibû, bi çalakiyeke li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê hat bîranîn.

Bîranîn ji aliyê Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) û Meclîsa Jinê ya Ronahî- Berîvan ve hat organîzekirin. Xizmên Şehîd Sorxwîn Aram û bi dehan Kurdistanî beşdarî bîranînê bûn.

Bîranîn ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Piştre li ser navê saziyên ku bîranîn organîze kirin, axaftin hatin kirin. Di axaftinan de di şexsê şehîd Sorxwîn Aram de asta artêşbûna jinê û rola jinê ya di mezinkirina nirxên civakî de hate vegotin.

Di bîranînê de 4 gerîlayên ku di encama bomberdûmana dewleta Tirk a bi ser navçeya Licê ya Amedê de şehîd bibûn, hatin bibîranîn.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.