Êrişên dagirker li Grazê hate protestokirin

Êrişên dagirker ên dewleta Tirk û bikaranîna çekên kîmyewî ya li hemberî gerîlayan li Grazê hate protestokirin.

Li Grazê ya ku paytexta Evûstûryayê ye êrişên dagirker ên dewleta Tirk û bikaranîna çekên kîmyewî yên li dijî gerîlayan hate protestokirin.

Gelê Kurd li navenda bajêr li Sudtîroler Platzê hatin ba hev û nerazîbûn nîşanî êrişên dagirker ên Kurdistanê da. Di çalakiyê de belavokên bi Elmanî hate belavkirin.

Hevserokê Civaka Azad a Evûstûryayê Halîs Sever diyar kir ku li hemberî êrişên kîmyewî yên li ser gerîlayan bêdengiyeke mezin heye û wê gelê Kurd tevî dostên xwe li her qadê vê têkoşînê geştir bike.