Xizmên windahiyan aqûbeta windahiyan pirsîn

Şaxên ÎHD û Xizmên windahiyan , li Amed û Êlihê di hefteya 401’emîn de li aqûbeta windahiyan pirsîn û biryara tekoşina lêgerînê dan.

Çalakiya Şaxa Komela Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windahiyan  bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" di hefteya 401'emîn de li avahiya ÎHD’ê çalakiya xwe berdewam kirin. Di çalakiyê de xizmên windahiyan , endam û rêveberên ÎHD’ê ya Amedê û gelek kes amade bûn. Di çalakiya vê hefteyê de Serokê Giştî yê berê yê ÎHD Husnu Ondul û parazvanê mafê mirovan Feray Salman jî cih girtin. Di çalakiya vê heftê de jî dayikan wêneyên windahiyan  xistin hembêza xwe û gelek wêne jî li erdê raxistin. Di çalakiyê de ewil Serokê ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî axivî û diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe ya lêpirsîna windahiyan  berdewam bikin.

‘ME PEYAMA DAYIKAN BIR ARJANTÎNÊ’

Serokê Giştî yê ÎHD'ê yê berê Husnu Ondul jî axivî û destnîşan kir ku wî peyamên xizmên windahiyan  di hefteya 600'emîn de ji dayîk û xizmên windahiyan  Arjantînê re biriye û wiha got: "Li Arjantînê jî piştî darbeyê gelek kes hatin wendakirin. Me peyamên malbatên ji Kurdistan û Tirkiye yê di hefteya 600'emîn de gihand wan. Em ê heta dawiyê li cem xizmên windahiyan bin. Wê ew malbat çawa li 500 zarokên xwe dipirsin em ê jî li cem malbatên xwe yên ku li xizmên xwe dipirsin bin."

‘EM Ê LÊGERÎNA XWE BIDOMÎNIN’

Parazvana mafê mirovan û Kordînatora Platforma Hevkar ya Mafên Mirovan Feray Salman jî têkoşîna 25 salan a lêgerîna malbatan bi bîr xist û ev tişt gotin: "Ev 25 sal e bi nedîtina windahiyan  îşkence û nezîkatiyên nebaş li xizman tên kirin. Divê kesê ku ev sûc pêk anîbe bên cezakirin. Em ê lêgerîna xwe berdewam bikin."

ÇÎROKA SÛSAYÊ HAT XWENDIN

Piştî Salman, parêzerê ÎHD’a Amedê Hasan Yalçin çîroka vê heftyê xwend û got: "Di sala 1992'an de li gundê Sûsa yê Farqînê hin buyer rû didin. Ji ber vê bûyerê di nava gund de dengê gundiyan li hev bilind dibe. Li gund tirsek mezin heye û ji ber ewlehiya xwe hin malbatan gund terikandine. Piştî buyerê  2 mehan Mehmet Habîp Fîdanci, Mehmet Nurî Fîdanci, Ahmet Fîdanci û Vedat Fîdanci ji bo ku mehsûlê xwe rakin diçin gund. Pêşiya malbata Fîdanci dema ji çandiniyê vedigerin li derdora gundê Weysika Jorî di saet 11.00'an de ji aliyê 13 kesên rûpoşkirî tê birîn û dest û piyên wan girê didin û wan li ber çavên malbata wan înfaz dikin. Piştî buyerê gilî li Fermandariya Cendirmeyan tê kirin û cendirme tên ku cenazeyan otopsî bikin. Ji wê demê ve tû agahî ji kujeran nehatiye girtin."

Komê piştî xwendina çîrokê 5 deqîqeyan çalakiya runiştinê pêk anîn.

ÊLIH

Li Êlihê jî Şaxa ÎHD'ê û xizmên windahiyan  wek her hefteyê li kolana Gulîstan li ber Abîdeya Mafê Mirovan çalakiya bi dirûşmeyên  “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” di hefteya 401’emîn de domandin û aqûbeta windahiyan  pirsîn. Gelek parazvanê mafê mirovan û Xizmên windahiyan  beşdarî çalakiyê bûn wêneyên zarok û xizmên xwe windayî hildan û li erdê raxistin.

‘PÊVAJO JI SALÊN 90’Î BIHÛRIYE’

Di çalakiyê de Serokê Şaxa ÎHD’a Êlihê Mehmet Bagatir axivî û anî ziman ku wan 21 sal li pey çalakiyên xwe hiştin û wiha got: “Li gel vê yekê em hêj li windahiyan  dipirsin. Bila kes nebêje em ê windahiyan  ji bîr bikin. Her çiqas darbe û rewşa awarte hatibe rakirin jî lê niha tam serdema rewşa awarte û darbeyê ye. Di vê pêvajoyê de gelek pêkanînên dijî  hiqûqê pêk tên û pêvajo ji salên 90’î bihûriye.”

Bagatir êriş û darbeya li dijî çapameniya azad û hemû beşên civakê bibîr xist û got ku ew di serdemek dijwar de derbas dibin û her roj binpêkirina mafan pêk tê.

Piştî daxuyaniyê 5 deqîqeyan rûniştinê û dawî bi çalakiyê anîn.