Mekanîzmaya pêşî li belavbûna kansera çerm Melanomê bigire hat afirandin

Bi xebateke hevpar a Zanîngeha Tel Avîvê û Navenda Lêkolînên Kanserê (DKFZ) a li bajarê Heîdelberg ê Elmanyayê, 'mekanîzmayeke' pêşî li belavbûna Melanomê bigire, hatiye afirandin.

Li gorî vê lêkolîna di rojnameya zanistiyê Natûre Cell Bîology de hat ragihandin, hat tespîtkirin nexweşiya kansera çerm Melanom xwedî wê kapasîteyê ye ku peqên biçûk ên nexweşiyê li beşên din ên beden belav bike, dafirîne. Piştî ku ev mekanîzma hat tespîtkirin, madeyên ku pêşî li belavbûna vê nexweşiyê bigire, hatin amadekirin.

Tê gotin, ev madeya hatiye tespîtkirin, dikare dermanê tedawîkirina vê nexweşiyê çêbike.

Ji beşdarên lêkolînê Carmît Levy da xuyakirin, ku bi saya vî karî ji bo tedawîkirina temamiya nexweşiyê wan asteke girîng li dû xwe hiştine. Levy destnîşan kir, ku bi vê yekê ve, wê kansera çerm Melanom veguhere nexweşiyeke ku bi hêsanî dikare were dermankirin.

Kansera Melanom mîna deqên qehweyî yan jî reş ê li ser çerm e, ku bi çav jî tê dîtin. Nexweşî dema zû bê teşxîskirin, şensê xwe heye bê tedawîkirin. Lê eger li beden belav bibe, hingî dikare rê li ber mirinê jî veke. Di nava 30 salên dawî de hejmara mirovên bi vê nexweşiyê ketine, zêde bûne. Salê bi qasî 10 hezar kes ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest didin.