Meclîsa Şano ya Kurdistanê li Amedê ava bû

Ji bo komên şano yên li Kurdistanê di bin sîwanekê de kom bibin Meclîsa Şano ya Kurdistanê ava bû. Meclîs wê sê mehan carekê li Amedê bicive.

Ji bo komên şano yên li Kurdistanê di bin sîwanekê de kom bibin Meclîsa Şano ya Kurdistanê ava bû. Meclîs wê sê mehan carekê li Amedê bicive.

Şanogerên Kurd ên li Stenbol û Bakurê Kurdistanê xebatên xwe dimeşînin, bi pîvana "Her cihê civak lê dijî dika şanoyê ye" dixwazin destan, mîtolojî, efsane, çîrok û nirxên din ên çandî û dîrokî yên Kurdistanî derxînin ser dika şano.

Şanogerên ji Komên Şano yên Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) ên li Stenbol, Dîlok, Agirî, Colemêrg, Wan, Mersîn, Sêrt, Şirnex, Silopî, Nisêbîn, Cizîr, Erxenî û Wêranşarê, Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Şanoya Bajêr a Êlihê û Navenda Çandê ya Dîcle Firatê, li Amedê civiyan. Nûnerên şanoyê yên ji 35 kesan, biryar dan ku Meclîsa Şano ya Kurdistanê ava bikin.

PÎVANÊN DAMEZRANDINÊ

Di daxuyaniyê de pîvanên damezrandina Meclîsê bi vî rengî hatin destnîşankirin:

"Meclîsa Şano ya Kurdistanê, li dijî her şêwe desthilatdarî, serdestî, zilm, mêtîngerî, zîhniyeta zayendîperest, qirkirin û talana xwezayê ya modernîteya kapîtalîst a sîstema serdestiya mêr; paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadîparêziya jinê weke sedema hebûna xwe dibîne.

Ji xwe re esas digire ku hemû pêkhateyên şano yên li Kurdistanê xwedî vê nêzîkatiya paradîmayî ne, li binê sîwanekê kom bike.

Meclîs, gihandina pîvana 'Her cihê civak lê dijî dika şanoyê ye' ji bo her devera Kurdistanê, weke armanca bingehîn qebûl dike.

Nîşandana nirxên çandî, dîrokî, destan, mîtolojî, efsane û çîrokan ên Kurdistanî li ser dika şano, weke wezîfeya bingehîn qebûl dike.

Ji bo van armancên xwe bicih bîne, xwe weke Meclîsa Şano ya Kurdistanê bi rêxistin dike."

ESASÊN XEBATÊ

Esasên xebatê yên Meclîsa Şano ya Kurdistanê bi vî rengî hatin destnîşankirin:

"Sê mehan carekê wê bi rêk û pêk bicive,
Di navbera komunên şano de wê koordînasyonê pêk bîne,
Di navbera komunên şano de wê piştevanî û destekê pêk bîne,
Li ser bingeha plansazî û pêwîstiya Meclîs ji bo şanoyê bigihîne her qadê, li her deverên Kurdistanê wê xebatên atolyeyê bidin destpêkirin,
Ji bo xurtkirina komunên şano yên derfetên xwe kêm in, wê kar bike,
Ji bo pêşvebirina şanoya Kurd wê xebatên akademîk bimeşîne, hewl bide akademiyên şano veke,
Pêşî li rêxistinbûyîna komên nû veke,
Meclîsa Şano wê festîvalan organîze bike."