Kongreya 8. a PYD Ewropa dest pê kir

PYD Ewropa kongreya xwe ya 8’an bi tevlêbûna bi sedan delegeyî pêk tîn. Hevserok Abdullah û Muslîm gotin PYD hêza çareseriyê ye û jin jî garantorên azadiyê ne.

Kongreay  8’an a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Ewropayê li paytexta Belçîka Brûkselê bi tevlêbûna 700 delegeyî ku 135 wan jin bûn dest pê kir.
Ji Yewnanîstan, Bulgarîstan, Elmanya, Fransa, Belçîka, Hollanda, Ingiltere û Iskandinavyayê jî tevlêbûn ji bo kongreyê çêbû.

Li ser navê PYD’ê hevserok Asya Abdullah û Salih Muslim, nûnerê Ewropayê yê PYD’ê Zûhat Kobanê, li ser navê TEV-DEM’ê Aldar Xelîl,  Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal, li ser navê partiya Srîza Antonîos Markopoulos, li ser navê HDP’ê Kemal Aktaş, li ser navê Partî Demokratî Kurdistan Elî Hirorî, li ser navê TJK-E’yê Dilşah Osman, li ser navê Sînn Feîn Emma Clancy, nûnerên gelek partî û saziyan li kongreyê hazir bûn.

KOBANÊ: EM RÊXISTIBÛYINA XWE BERBELAV BIKIN

Di kongreyê de pêşî Nûnerê PYD Ewropayê Zûhat Kobanê axivî û got, ‘’Hebûna we ya li vê derê hêzê dide me. Ev jî nîşan dide ku hûn bi me re di têkoşîna azadiyê de dimeşin. Em neçar in ku bi hev re bimeşin û li rex hev bin. Em weke derdorên demokratîk, azadîxwaz divê em nîşanî her kesî bidin ku em li rex hev in.’’ Kobanê diyar kir li Rojava û Rojhilata Navîn geşedanên girîng hene û got, ‘’Em di demeke wiha girîng de kongreya xwe pêk tînin. Nihal i Ewropa gelê me pir heye. Divê em wan bi rêk bixin û bigihijin astekê. Divê em rêxistinbûyina xwe li her deverê berbelav bikin. Armanca kongreya me ev e.’’

ABDULLAH Û MUSLÎM: PYD PARTIYEKE AZADÎXWAZ Û HEVÇAX E

Piştî Kobanê hevserokên PYD’ê Asya Abdullah û Salih Muslim bi İngilizî û Kurdî axaftinek kirin.
Peyamên hevpar ên hevserokan bi vî rengî bûn:

‘’Em weke partî kongreya 8’an a Rêxistina xwe ya Ewropayê di serdemeke pir nazik de pêk tînin. Gelek derfet bi dest ve hatine. Em li ber ronkahiya van geşedanan kongreya xwe pêk tînin. PYD di 13 salan de gelek pêş ket. Berxwedana 12’ê Adara 2014’an nîşan da ku li Rojava dikare bibe partiya pêşeng. Wê demê rêveber û endamên partiya me li zindanên rejîma Baas bê dudiliyekê li ber xwe dan û têkoşîn gihandin vê rojê. İspta vê jî şoreşa Sûrî û Rojava ye. PYD ne partiyeke desthilatdariyê û klasîk ên weke yên Rojhilata Navîn e. PYD partiyeke demokratîk, azadîxwaz û civakî ye. Patiyeke pêşverû û gelparêz e ku li dijî paşverûtiyê têdikoşe. PYD li ser zemîna ekolojî, civakî, azadiya jinê têdikoşe.’’

 ‘EM Ê PROJEYA CIVAKA DEMOKRATÎK PÊK BÎNIN’

Abdullah û Muslim diyar kirin, PYD li Rojhilata Navîn û Rojava dixwaze diyardeya Kurd çareser bike û wiha dom kirin:

‘’Îro ji bo vê têkoşîn tê dayin. Zemîna wê jî paradîgmaya demokratîk e. Ev hem azadiya jinê û hem jî azadiya gelan e. Pêşengê vê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Heta niha li dijî hişmendiya dij-demokratîk û li ser navê sîn civakê dabeş dikin me têkoşîn da, em ê vê têkoşînê bidomînin. Em ê projeya civaka demokratîk pêk bînin. Serkeftina vê projeyê serkeftina hemû Kurd û civakan e. Li Rojava li dijî faşîzma DAIŞ’ê berxwedaneke mezin pêk hat. Pêşengên vê YPG,YPJ ne. Li dijî vê faşîzmê em navnetewî bi hevparî têbikoşin.

 ‘JIN GARANTORÊ AZADIYÊ NE’

Em li Sûriyê sîstemeke federaliya demokratîk dixwazin ku hemû çand, nasname û bawerî bi azadî lê bijîn. Ceribandina Rojava û Bakurê Sûriyê ji bo hemû Sûriyê dikare bibe mînak. Her kes divê vê baş bizanibe heta ku diyardeya Kurd çareser nebe kêşeya Rojhilat û Sûriyê çareser nabe. Kana vê diyardeya Kurd e.
Xaleke dî ya girîng jî têkoşîna azadiya jinê ye. Şoreja jinê ya li Rojava şoreşa hemû jinan e. Hemû destkeftî divê werin parastin. Di navbera hemû rêxistinên jinê ên Kurd de em vê weke startejiyekê dibînin. Em dixwazin destkeftiyên di şexê Arîn Mîrkan de derketin holê biparêzin. Jin dikarin bibin garantorê azadiya Kurd û sîstema demokratîk.’’

MALBATA HOWELL: EM BI ZAROKÊ XWE ŞANAZ IN

Li ser navê TEV-DEM’ê Aldar Xelîl diyar kir li Rojava û Sûriyê têkoşîna azadiyê tê dayin û got, ‘’Em dabeşbûna Sûriyê naxwazin. Berovajî vê em sîstemeke demokrat û azadîxwaz dixwazin. Têkoşîna me ji bo vê ye. Em tenê bi vê stratejiyê dikarin bi hev re û bi azadî bijîn.’’

Dê û bavê Trancey Howell ku li Rojava jiyana xwe ji dest dabû, gotin, ew bi zarokê xwe serfiraz in û diyar kirin, ‘’Kurê me şoreşger bû. Ji bo mirovahiyê, ji bo Rojava şehîd bû. Wî gelê Rojava weke xwe didît, pir ji wan hez dikir. Ew parçeyeke ji dinyaya YPG’ê ye.’’

KARTAL: PYD ROLA PÊŞENG BI CIH TÎNE

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal wiha axivî: ‘’Ev kongre nîşan dide ku şoreşa Rojava ne tenê ji bo Rojava lê ji bo hemû dinyayê ye. Ez bejna xwe li ber wan ditewînim ku di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dan. Ev têkoşîn ne tenê ji bo Rojava û Kurdan ji bo hemû Sûriyê û Rojhilata Navîn e. PYD di vê têkoşînê de xweyî risteke pêşeng e. Ev têkoşîn ber bi Sûriyeya demokratîk ve diçe. Di dîroka dinyayê de wê weke şoreşa sedsalê were binavkirin.
Tirkiyê piştî ku têkçûna DAIŞ’ê dît, fetl da xwe. Şoreşa Rojva bi têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û komên din û hevkarên wan bû ûcdanê civaka navnetewî. Tirkiye ji bo ku ziyanê bide vê her rêbaza qirêj dixebitîne.’’

...