Heyva Sor destek da Kurdên Yewnanîstanê

Heyva Sor a Kurdistanê destek da Kurdistaniyên ku li kampa penaberan a li Atînayê dijîn.

Heyva Sor a Kurdistanê destek da nêzî 700 Kurdistaniyên ku li du kampên penaberan a li bajarokê Lavrîon a li nêzî paytexta Atîna a Yewnanîstanê dimînin.

Rayedarên Heyva Sor çûn rewşa cih a kapman dîtin û ji bo dabînkirina pêdiviyên acîl ketin liv û tevgerê. Şandeya ku bi rêya Komîteyên Gel ên Kampê hewcehî tespît kirin, 100 nivîn, 8 firin, 3 cilşo, ji bo germkirinê 25 sobe, mislixên kêm ên ji bo serşuştinê şandin. Ji bo zarokan jî gokên futbolê û pêlîston hatin dayin.

‘JI NIHA Û PÊ VE JÎ EM Ê LI CEM WE BIN’

Şandeyê bi Kurdistaniyên kampê re civînek li dar xist û têkildarî xebatên xwe agahdarî da. Endamê Heyva Sor Mûsa Rojava got, “Em dixwazin birînên gelê xwe derman bikin. Ji bo çar parçeyên Kurdistanê em dixebitin. Niha bêhtir em ji Kurdistaniyên hewcehiya wan heye dixebitin. Lê em li ser xwe weke peywirekê dibînin ku xwe bigihînin we jî û niha li cem we ne. Ji niha û şûn de em ê li cem we bin.”

Şandeya Heyva Sor bi rayedarên Meclîsa Gel a Atînayê re li Navenda Çanda Kurdistanê li hev rûniştin, têkildarî Kurdistaniyên ku li Yewnanîstanê dijîn agahî standin û piştî çavdêriyên xwe yê heftiyekê parve kirin, xebatên xwe yên li Yewnanîstanê qedandin.