Gundiyên Kijikê yên xaniyên wan hatin xerakirin, li naverastê man

Li gundê Sûveren ê Îdirê, biryar hatibû dayîn ku 24 xaniyên li gundikê Kijikê werin xerakirin. Ev biryar duh bi cih hate anîn û 24 xanî di nava dorpêçiya jendermeyan de hatin xerakirin.

Şêniyên vî gundikî li naverastê man. Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Mehmet Emîn Adiyaman got, divê gel neyê mexdûrkirin û li cihekî din bê bicihkirin.

24 xaniyên li gundikê Kijikê yê ser bi gundê Sûveren ê Îdirê, bi hinceta ku li çêrgeha gundê Erhanci yê Îdirê hatine lêkirin, ji aliyê dadgehê ve biryara xerakirina wan hate dayîn. Biryar duh kete meriyetê û xanî di nava dorpêçiya jendermeyan de bi makîneyên kar hatin xerakirin. Şêniyên vî gundikî li ber hilweşandinê rabûn û gotin, zêdeyî 150 sal in pêşiyên wan û ew li vî gundikî ne, lê niha hatine mexdûrkirin.

Şêniyên gundikê Kijikê, piştî ku xaniyên wan hatin hilweşandin, li naverastê man. Niha nizanin çi bikin, bi ku ve biçin. Gundî dibêjin, "Neheqî li me hatiye kirin. Xaniyên me bi neheqî hatin xerakirin. Derî, pace û darên me jî radikin dibin. Em ê niha bi ku ve biçin? Bav, kal, pêşiyên me û em, zêdeyî 150 sal in li ser vê axê dijîn. Gelo ti mafekî me li ser vê axê nîne?"

'MIROVÊN LI NAVERASTÊ MAN E, DIVÊ BÊN BICIHKIRIN'

Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Mehmet Emîn Adiyaman jî anî ziman, ku xaniyên şêniyên gundikê Kijikê piştî pêvajoyeke dirêj a hiqûqî hatine xerakirin, gel hatiye mexdûrkirin û divê gundî li cihekî din bên bicihkirin.