'Em her deverê veguherînin qada berxwedanê'

Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê, salvegera berxwedana xwerêveberiyê ya li Şirnexê silav kir û got, "Ji 7 heta 70 salî, bi daxwaz û dildariya xwe ya azadiyê, em her devera lê hilmê distînin veguherînin qada berxwedanê."

Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê, salvegera yekemîn a berxwedana xwerêveberiyê ya di 12'ê Tebaxê de li bajarê Nûh Şirnexê hat ragihandin, silav kir. Di daxuyaniya însiyatîfê de hat gotin, "Em careke din pêşengên gelê xwe Pakîze Nayir, Asya Yuksel û Mehmet Tûnçcan bi rêzdarî bibîr tînin û bi van rêberên xwe yên gel ên serî li ber çeteyên qesrê netewandin û em gihandin van rojan, serbilind in. Di şexsê dayika Taybet û pitik Mîray de, em ê tola hemû mirovên xwe yên welatparêz ên şehîd ketine, bi xurtkirina xwerêveberiyan, hilînin. Di şexsê fedayiyên Apoyî Sêvê, Fatma, Zamanî, Ferîde, Êrîş, Axîn, Çiyager, Îslam, Bêrîtan û Ekînan de em hemû şehîdên xwe yên xwerêveberiyê bi minetdarî bibîr tînin û weke gel soz didin hemû gelên Rojhilata Navîn, ku mîna hevrê Çiyager gotî, em ê têkoşîna xwe bi serketineke muhteşem tacîdar bikin."

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Weke gel, tevî ku li Sûr, Cizîr, nisêbîn, Şirnex, Silopiya, Gever, Farqîn û her devera berxwedana xwerêveberiyê berdêlên gelekî giran dan û gelek êş kişand jî, em serî natewînin, xaka xwe naterikînin û bi vî rengî sekna xwe ya bi rûmet didomînin."

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Bi vê dildariya xwe ya azadiyê û sekna xwe ya xwerêveberiyê ve, cîhan hemû dişopîne ku di salvegera yekemîn a berxwedana me ya xwerêveberiyê de me mêtîngerî û rêxistinbûyîna faşîst a Komara Tirkiyeyê ya 93 salan parçe kirine û firsendên azadiyê afirandine. Yên ku Mutabaqata Dolmabahçeyê ya Rêberê me ji nedîtî ve hatin û red kirin, di nava mekanîka darbeyê de man û bi taybetî piştî 15'ê Tîrmehê di nava gergerînekê de digevize û civakê jî ber vi vê gergerînekê ve dehf dide. Têkoşîna demokratîk a Rêberê me, gelê me û tevgera me ya azadiyê bênavber dewam dike û firsendên rizgariya demokratîk pêşkêşî gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn dike. Pêwîste hemû gelên Tirkiyeyî, bindest û hêzên demokratîk van firsendên azadiyê baş binirxînin, bêyî dereng bimînin hêza xwe bikin yek, xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe xurt bikin. Li dijî mêtîngerî û faşîzmê, avakirina Eniya Demokratîk a Yekbûyî û bilindkirina têkoşîna azadiyê bi gelê Kurd re, yekane rêya rizgariyê ye. Em bang dikin, ku li Bakurê Kurdistanê û tevahiya Tirkiyeyê, mîna ji keştiya Nûh peya dibe, hemû hêzên demokratîk ji bo avakirina jiyaneke nû û birêxistinkriina xwerêveberiyê, têkoşîna xwe bilind bikin."

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser xeteriya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hat gotin, "Heta ku tenduristî û ewlekariya Rêber Apo were ewlekirin û azad bibe, em ê ji qadan dernekevin. Rêber Apo hebûn, nasname û azadiya me ye. Roj, bi avakirina xweseriya demokratîk re pêkanîna azadiya Rêberê me û gelê me ye. Ji 7 heta 70 salî, bi jin û ciwanan divê em weke gelê Kurd bi sekna xwe ya bi rûmet û bi dildariya xwe ya azadiyê, her devera em lê hilmê distînin veguherînin qada berxwedanê. Em ê bi vî rengî di demeke nêz de mizgîniya serketina muhteşem bidin gelan. Em bang li hemû jin û ciwanên Kurd û Tirkiyeyî dikin, ku bi coşa cejnê tevlî xwerêveberiyê bibin, ku navê jiyana nû ye û bi vê armancê têkoşîn û serhildanê xurt bikin."