RÊZENIVÎS I

El Bab: Bajarê li benda azadkirinê - I

Bajarê El Bab ê ku çavê cîhanê tevahî lê ye, li ser gelek hesab tên kirin, ji bo wê mabeyna çeteyan û şervanên QSD’ê de şerê bêeman dewam dike, bûye mîna navenda 3’yemîn Şerê Cîhanê.

Polîtîkaya dewleta Tirk a Rojhilata Navîn ku xwe bi temamî dispêre “polîtîkaya bêyî Kurdan” û bi dagirkirina Cerablûs û El Raî mudaxele kir, hê ji rojên destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê li binî da û di nav ‘kûrahiya stratejîk’ de fetisî.

Lê, tevî vê xeniqandinê jî dewleta Tirk hê jî di polîtîkaya xwe ya Rojhilata Navîn ango ji bo polîtîkaya xwe ya li ser esasê dijminahiya Kurd û Tevgera Azadiya Kurd bi israr e.

El Bab, a li herêma Şehbayê ye, mahzûbantî ji Eyyubiyan, Împaratoriya Romayê, Bîzansê, Emewiyan, Abasiyan, Hamdaniyan, Mîrdasiyan, Ûkayliyan û ji bo demek kurt jî ji Dewleta Selçûkiyan û Împaratoriya Osmaniyan re kiriye. Bi belavbûna Osmaniyan jî navê dagirker bû Fransî.

Piştî dagirkeriya Fransiyan, bajarê El Bab ji bo gelên Sûriyeyê bû navenda jiyangehek girîng. Bab a ku wek deriyekî girîng ê Behra Spî tê dîtin, ji ber li ser xeta herî girîng a bazirganiya Sûriyeyê balê dikşîne.

Bajarê Bab, esas ji Kurd, Ereb û Tirkmenan pêk were jî gel û komên baweriyan ên cur bi cur lê ne. Li bajêr kêm jî be Ermen, Asûrî, Cihû û Çerkez jî hene.

Bajarê Babê ku ji ber dîroka Osmaniyan dewleta Tirk bi çavekî cuda lê dinêre, esas ji ber sedemên dîrokî, civakî, sosyal, çandî û aborî bala Tirkiyeyê dikşîne. Lewre jî piştî pêngava rizgarkirina Minbicê, agir bi dewleta Tirk girt û xwe avêt dagirkeriya herêmê.

GIRÎNGIYA DÎROKÎ YA BAJARÊ BABÊ

Şerê Mercîdabikê ku Yavûz Sûltan Selîm sala 1516’an dema sefera bi ser Misrê de dest pê kir, şerê yekem û herî encamgir ên li dijî dewleta Memlûkiyan e.

Şerê 24’ê Tebaxa 1516’an mabeyna artêşa Osmanî û Memlûkiyan pêk hat, li herêma Şehbayê ya ku li bakurê bajarê Helebê ye û Babê jî digire nav xwe qewimî û bi serkeftina Osmaniyan bi encam bû. Di encam de jî Osmaniyan axên Sûriye, Lubnan û Filîstînê tevî axên xwe kir. Îro dîsa ji bo heman armancê dewleta Tirk tûrê dide xwe.

Bajarê Babê heta niha jî li ser rêka ku rêyên bazirganiyê yên mabeyna bajarên mezin ên Sûriyeyê û bajarên Iraqê yên mîna Mûsil, Bexdayê digihîne hev cih digire û rolek xwe ya kîlît heye.

Tabî, ev her çiqasî demografiya bajêr û herêmê guherîbe jî bajêr her tim cewherê xwe parast. Bab, li bakurê Helebê ye ku rêyên mezin ên berê xwe didin her derê Sûriyeyê tê re derbas dibin.

Ji beşa çolistan a ku li rojhilatê bajêr e, bi rehetî rê ji bo Reqa, Deyr Zor û Iraqê heye. Sedema herî mezin a dagirkirina çeteyên DAÎŞ’ê jî ji ber vê bû.

GIRÎNGIYA EKONOMÎK A BAJARÊ BABÊ

Di dîrokê de heta niha jî Heleb û Dîlok bûne 2 navendên bingehîn ên bazirganiya Rojhilata Navîn. Bab, Efrîn û Ezaz jî ew cihên stratejîk in ku navbera van her du navendên bazirganiyê de cih digirin.

Tirkiye naxwaze navenda xwe ya bazirganiyê ji dest bide. Bi dagirkirina Cerablûs û El Raî ve dixwaze kontrola bajarê Babê jî bi dest bixe. Dewleta Tirk ji destpêka şerê Sûriyeyê ve hesabê vê dike û polîtîkayên xwe li ser vî esasî dimeşîne.

Bajarê Babê ji bo çeteyên DAÎŞ’ê sedema hebûn û nebûnê ye. Wek tê zanîn, çeteyên DAÎŞ’ê dahatûya xwe piranî ji petrolê digire. Tabî, xurtbûna aborî, di sehayê de diyarker e.

Bajarê Babê jî li Sûriyeyê ku çeteyên DAÎŞ’ê bi rêkên Sûriye, Iraq û Tirkiyeyê petrola xwe digîhand derve, ji ber yek ji rêkên dahatûyên petrolê bi dest dikeve, xwedî girîngiyek stratejîk e.

Çeteyên DAÎŞ’ê bi saya dewleta Tirk û PDK’ê petrola xam ji ser Başûrê Kurdistanê difirot Tirkiyeyê û cîhanê. Û dîsa bi heman rengê çeteyên DAÎŞ’ê bi xeta Ezaz-Cerablusê bi awayekî gelekî erzan petrol dida dewleta Tirk û bi vî şêwazî jî aboriya AKP/Qesrê li piyan digirt.

Lewma jî çeteyên DAÎŞ’ê bi xêra çavkaniya xwe ya pereyan dikarîbû bi hêsanî çek bidîtana.

Kontrolkirina bajêr Babê ku nuqteya têkîliyên herêmî ye, ji bilî psîkolojîk tê wateya bidestxistina serkeftina leşkerî û siyasî jî.

GIRÎNGIYA DÎROKÎ SIYASÎ YA BAJARÊ BABÊ

Çavkaniya xwe ji têkîliyên Birayên Misliman digre. Jixwe dewleta Tirk niha bi hinceta îhtîmala ku wê kantonên Efrîn û Kobanê bigihêjin hev Cerablûs û El Raî dagir kirin.

Gelek cihên ku dewleta Tirk îro li nêzî Babê dike hedef, di dîrokê de deverên ku bûne navendên Birayên Misilman. Navendên girîng ên Birayên Misilman ên li dor Babê; Marea, Dabik, Extarîn, Til Rifat û hwd.

Sala bihurî dema şervanên QSD’ê û Ceyş El Suwarê Balafirgeha Minix, Dery Jemal û Tel Rifat azad kirin, rêka dewleta Tirk a Helebê jî qut bibû. Ji ber dewleta Tirk ev rastî dît got; ‘Em nahêlin rêyên me bên girtin’ û ‘ em korîdora Kurd a wê kantonên Efrîn û Kobanê bigihînin hev naxwazin’ û agir pê ket.

Û lewra jî sala bihurû li dijî QSD û Ceyş El Suwar, îsal jî piştî azadkirina Minbicê li dijî YPG/YPJ, Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê êrîş li dar xistin û bajarokên Cerablûs û El Raî dagir kirin.

Tiştê ku esas dewleta Tirk nedixwest mîna temaşekeran bimîne qutbûna têkîliyên dîrokî û rêkên bi navendên rêxistina Birayên Misilman bû. Ji ber ku di dîroka Sûriyeyê de cihekî Birayên Misilman jî heye. Sala 79’an Birayên Misilman rabûne serhildanê û ev serhildan 3 salan dewam kiriye.

Piştî ku serhildana 3 salan sala 82’yan hat tepisandin, tevahî kadroyên Birayên Misilman derbasî Tirkiyeyê bûn.

GIRÎNGIYA DEMOGRAFÎK A BAJARÊ BABÊ

Sedema din a bombekirina dora Bab-Efrîn-Ezazê jî ew e ku ev der mozaîka gelên herêmê ye.

Bab, ji destpêkê ve cihekî ku bûye jiyangeha hevpar a Tirkmen, Ermenî, Ereb û Kurdan. Ev herêm wek Şehba tê nasîn. Bi giranî jî Kurd, Ereb û Tirkmen lê dijîn.

Li vir gel, bawerî û çandên cuda jî dihewe. Yek ji sedema esasî ya êrîşên dewleta Tirk jî destkeftiyên gelê Kurd in. Her wiha, yekgirtina gelê Kurd a bi gel û komên baweriyan e.

Kurdan, bi Şoreşa Rojava ve bedelên giran dan, bi vê sayê jî axa xwe, gel û komên baweriyan li dijî êrîşên çeteyên mîna DAÎŞ, El Nûsra, Ehrar El Şam, Tûgayên Sûltan Mûrat parast. Kurdan bi van bedelên giran ve li ser esasê wekhevî, azadî, edaletê xwe gîhand gelên din ên li ser axa Rojava û Sûriyeyê.

WATE Û STRATEJÎKBÛNA BAJARÊ BABÊ

Kontrolkirina bajarê Babê ku nuqteya têkîliyên herêmî ye, ji bilî psîkolojîk tê wateya bidestxistina serkeftina leşkerî û siyasî jî.

Kontrolkirina bajarê Babê, li korîdora ku ji Kîlîsê dest pê dike, ber deriyê Sînor ê Oncupinarê difitile Ezazê û heta Helebê diçe, qutkirina desteka dewleta Tirk a bi DAÎŞ’ê re ye ku piştgiriya lojîstîk û leşkerî dikir.

Bi qutkirina vê xetê re, wê li herêmên ku ji hêla çeteyên DAÎŞ û SÛK’ê hatine dagirkirin derbeyê bixwe û lewre jî serê derbeyê wê xwe bigihîne dewleta Tirk.

Bi azadkirina bajarê Babê jî wê derfetê serweriya li ser herêma Şehbayê ku li bakurê bajarê Heleb û Babê ye û ji Ezaz, Marê û Til Rifatê pêk tê, bi dest bikeve.