Derziya duyemîn a li dijî Zîka li ser mirovan hat ceribandin

Li hemberî vîrûsa Zîka, ku di mehên dawî de li welatên Latîn Amerîka û DYA belav bûye û dema li jinên ducanî der dibe zerareke giran dide pitikan, derziyeke nû peyda bû.

Di daxuaniya Enstîtuya Alerjî û Nexweşiyên Şewbê ya Amerîka (NIAID) de hat ragihandin, derziya duyemîn a li hemberî vîrûsa Zîka hatiye çêkirin, li ser mirovan hatiye ceribandin. Hat gotin, ev ceribandin li 3 laboratûwarên cuda yên li DYA, li ser 80 dilxwazên 18-35 salî yên nexweşiya wan nîne hat kirin.

Dîrektorê NIAID Anthony S. Faûcî diyar kir, wan roja Sêşemê testa ewilî kirine û niha li benda encaman e. Faûcî destnîşan kir, ku ji testên beriya niha li ser heywanan hatibû kirin, encamên gelekî cesaretê dide wan, peyda bû. Faûcî ragihand, peydakirina derziyek pêşî li vîrûsa Zîka digire, gelekî girîng e.

Faûcî da zanîn, ev derziya ew diceribîne wê zextê li bedena mirovan bike ku li hemberî vîrûsa Zîka derkeve.

Meha derbasbûyî jî bi beşdariya pisporên ji Kanada û Başûrê Koreyê testek hatibû kirin. Bi serketina van testan re NIAID dixwaze van derziyan li ser mirovên vîrûs li wan der bûye biceribîne.

Ev vîrûsa ku hê tedawiyeke wê nîne, xeterî heye ku li 1,6 mîlyon jinên ducanî der bibe û bibe sedem ku pitik bi rengekî nexweş ji dayik bibin.