Çarşema Sor li Aachenê hate pîrozkirin

Cejna Çarşema Sor a Êzidiyan, li Aachen ê Elmanyayê bi pîknîkê hate pîrozkirin.

Pîrozbahî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Aachenê û Meclîsa Jinê a Denîz Firat ve hate organîzekirin. Di pîrozbahiyê de ku li Parka Haaren Alter Frîedhofê de, tevî bawermendên Êzidî gelek Kurdistanî amade bûn.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, endamê Meclîsa Gundê Bica Fîkrî Akbûlût axivî û berxwedana li zindanan silav kir.

Akbûlût diyar kir, bi hatina biharê re xweza ji nû ve şîn dibe û got, "Derfetê dide ku her tişt xwe ji nû ve bafirîne. Ji ber vê yekê Cejna Çarşema Sor ji bo mirovan jî ji nû ve vejîn e. Yek ji cejnên herî bedew û parveker ên baweriya Êzidiyan e. Yên ji hev xeyidîne divê îro li hev bên, xwe ji kîn û nefretê vegirin. Hêvîdar im wê yekîtiya gelê Kurd pêk were û têkoşîna azadiyê teqez bi ser bikeve. Çarşema Sor li we hemûyan pîroz be."