Rapora Freedom House: Azadî herî zêde li Tirkiyeyê kêm bûye

Li gorî rapora "Azadiya li Cîhanê 2017" a ji aliyê Freedom House ve hate amadekirin, azadî herî zêde li Tirkiyeyê kêm bûye.

Li gorî vê rapora bi ser navê "Populîst û Otokrat: Cot gefên li demokrasiya global", piştî Komara Afrîka ya Navîn, Tirkiye di rêza duyemîn a welatên herî zêde azadî lê kêm bûye, cih digire. Di sala 2016'an de welatê ku herî zêde azadî lê kêm bûbû, Tirkiye bû.

Di raporê de hat ragihandin, piştî hewldana darbeyê ya Tîrmehê, ku bi ser neket, Serokkomar Tayyîp Erdogan serî li otorîterîzmeke tund da. Hat destnîşankirin, ku di nava Rewşa Awarte de heta niha zêdeyî 40 hezar sivîl hatine girtin, rojnamevan hatine girtin, bi sedan saziyên medyayê û saziyên civakî yên sivîl hatine girtin, lîder û parlamenterên mûxalefetê hatine girtin.

Di raporê de, ji ber meylên otorîteyî, zêdebûna tesfiyeyên siyasî, kontrolkirina rojnamevaniyê û sedemên aboriyê, Tirkiye weke welatekî veguheriye xirbeyekî hat binavkirin.

Di rapora Freedom House de 87 welat 'azad', 59 welat ku Tirkiye jî di nav de ye 'hinekî azad' û 49 welat jî 'ne azad' hatin destnîşankirin.

Metna giştî ya raporê li vê navnîşanê ye: https://freedomhouse.org/sites/default/files/FH_FIW_2017_Report_Final.pdf