Partiya Çep ji Merkel xwest, li pêşberî êrîşên li hemberî Rojava bêdeng nemîne

Seroka Koma Meclîsê ya Dîe Lînke Sahra Wagenknecht, polîtîkaya Merkel û hikûmeta Elman a têkildarî Tirkiyeyê bi tundî rexne kir û hişyarî da, ku ev siyaseta temaşeker, ji aliyê Erdogan ve weke erêkirina dîktatoriyê tê fêhmkirin.

Seroka Koma Meclîsê ya Dîe Lînke (Partiya Çep) Sahra Wagenknecht, polîtîkaya Merkel û hikûmeta Elman a têkildarî Tirkiyeyê bi tundî rexne kir û hişyarî da, ku ev siyaseta temaşeker, ji aliyê Erdogan ve weke erêkirina dîktatoriyê tê fêhmkirin.

Wagenknecht êrîşên Erdogan û hikûmeta AKP'ê yên li hemberî Rojavayê Kurdistanê bibîr xist û bal kişand ser bêdengiya li pêşberî van êrîşan. Wagenknecht got, "Merkel û Steînmeîer (Wezîrê Karên Derve) di polîtîkaya derve xwe xistin rewşeke welê, ku rejîma Erdogan ji her alî ve dikare şantajê li wan bike, li pêşberî êrîşên Tirk ên li sînorê Sûriyeyê bêdeng in." Wagenknecht destnîşan kir, divê Elmanya polîtîkaya xwe ya heyî biterikîne.

Wagenknecht da xuyakirin, ku eger Tirkiye bi rastî jî dixwaze li hemberî terorîzmê şer bike, divê beriya her tiştî sînorên xwe li çeteyên DAIŞ'ê bigire, desteka xwe ya ji bo 'çeteyên mirinê' yên Îslamiya tund qut bike. Wagenknecht destnîşan kir, ku Tirkiye li şûna vê bike, radibe bombeyan li Kurdên ku li dijî DAIŞ'ê têdikoşe, dibarîne.

Wagenknecht diyar kir, polîtîkaya heyî ya Elmanyayê ya têkildarî Tirkiyeyê, ku destekê dide siyaseta Erdogan, 'eşkerekirina têkçûna moralê' ye û bi zimanekî tund hikûmeta Elman rexne kir, ku destekê dide 'bavê terorê Erdogan'.

Wagenknecht bibîr xist, Erdogan ji bo dîktatoriya xwe ava bike, zexteke giran li dijberên xwe, hindikahiyan û mûxalîfan dike û anî ziman, polîtîkaya Elmanya jî ji aliyê Erdogan ve weke qebûlkirina van kiryaran tê fêhmkirin.

Seroka Koma Meclîsê ya Partiya Çep da zanîn, Elmanya bi vê polîtîkaya xwe ve dibe hevparê êş û koçberiya li herêmê.

Sahra Wagenknecht herî dawî ragihand, ku ew ne li dijî diyaloga bi Tirkiyeyê re ye, lê belê di nava şert û mercên heyî de pêwîste muzakereyên endametiyê yên bi Tirkiyeyê re tên meşandin werin sekinandin.