OPCW: Li Ûkranyayê sûcên çekên kîmyewî 'bi têrkerî nehatine piştrastkirin'

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) roja Sêşemê dabû xuyakirin ku li ser îdîaya bikaranîna çekên kîmyewî li Ûkraynayê agahî gihaştiye ber destê wan û got, "bi têrkerî nehatiye piştrastkirin.”

Berdevka OPCW’ê Elîsabeth Waechter daxuyanî da û got, "Federasyona Rûsya û Ûkraynayê hevdu sûcdar kirine û ji bo îdîayên bikaranîna çekên kîmyewî ji rêxistinê re ragihandine." 

Waechter di berdewamiyê de got, "Agahiyên ku ji her du aliyan ve hatine û her wiha agahiyên di destê Sekreteryayê de bi têrkerî nehatine piştrastkirin."

Waechter hişyarî da û got, " Dîsa jî rewş dikare biguhere, ihtimala ku madeyên kîmyewî yên bi jehr weke çekekê bêne bikaranîn cihê tirs û fikaran e.”

Wezareta Karên Derve ya DYE’yê hefteya bihurî Moskowayê sûcdar kir ku li dijî leşkerên Ûkranyayê ‘çeka kîmyewî’ bikar aniye ku ev yek binpêkirina Peymana Çekên Kîmyewî (CWC) ku ji aliyê Rûsyayê ve hatiye îmzekirin û di sala 1997’an de ketiye meriyetê.

Kremlîn, sûcdariyên Emerîkayê 'bêbingeh' bi nav kir û anî ziman ku ew hurmetê nîşanî "erkên xwe yên li gorî hiqûqa navneteweyî" ya li vê herêmê dide.