Nîjer hevkariya leşkerî ya bi DYE’ê re bi dawî kir

Li paytexta Nîjer Nîamey’ê artêşa desthilatdar, îdîa kir ku hebûna Emerîkayê ‘derqanûnî’ ye û peymana hevkariya leşkerî ya bi Washîngtonê re ku di sala 2012'an de hat îmzekirin, bi dawî kir.

Piştî Fransiyan, dibe ku artêşa Emerîka jî neçar bê hiştin ku ji Nîjerê derkeve. Li Nîamey’ê generalên rejîma desthilatdar di 16’ê Adarê de roja Şemiyê bi daxuyaniyekê diyar kirin ku hebûna Emerîkayê derqanûniye û destnîşan kirin ku divê peymana hevkariya leşkerî ya ku di sala 2012'an de bi Emerîka re hatibû îmza kirin demildest bê betalkirin. 

Rejîma Nîamey’ê di 26'ê Tîrmeha 2023'yan de bi darbeyekê hatiye ser desthilatdariyê piştî bi demeke kurt dawî li peymanên hevkariya leşkerî ya bi Fransayê re anî û leşkerên dawî yên Fransayê di dawiya Kanûna 2023'yan de ji Nîjerê derketine. 

Piştî derbeya ku di encamê de serokwezîrê hilbijartî Mohamed Bazom hat xistin, Washîngtonê hevkariya bi Nîjer re dabû rawestandin. 

Lê di bin navê têkoşîna li dijî "cîhatperestên radîkal" de li welêt nêzî hezar û sed leşker û baregeheke mezin a balafirên bêmirov li bajarê Agadezê yên DYE’ê hene.

DYE’ê di meha Kanûnê de ragihandibû ku li gorî şert û mercan ew amade ne vê hevkariyê bidomînin.