Netanyahû: Zexta navneteweyî wê operasyona li dijî Refahê asteng neke

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahû roja Yekşemê daxuyanî da û diyar kir ku “zexta navneteweyî” wê destpêkirina operasyona li dijî bajarê Refahê nekare asteng bike.

ŞERÊ ÎSRAÎL-HAMAS

Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY) li bajarê Refahê ku li başûrê Xezeyê cih digire, nêzî 1,5 milyon Fîlîstînî dijîn.

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahû wiha got: “Ti zextên navneteweyî nikare pêşî li armancên şerê me bigire.”

Netanyahû di destpêka civîna hikûmetê de ev daxuyanî da û got: “Em ê li Refahê bikevin nava liv û tevgerê, wê çend hefte bidome lê wê pêk were.”

Serokatiya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) roja Şemiyê daxuyanî dabû û bang li Îsraîlê kir ku “li ser navê mirovahiyê” dest ji operasyona li dijî Refahê berde.

Serokê WHO’yê Tedros Adhanom Ghebreyesû li ser hesaba xwe ya X’ê wiha got: “Ez ji ber nûçeyên têkildarî plana êrîşa Îsraîlê ya li dijî Refahê pir bi fikar im. Li vê herêmê nifûs zêde ye. Eger tundî zêde bû, wê bibe sedemê hîn zêdetir mirin û êşê.”

LI XEZEYÊ HEJMARA MIRIYAN DERKET 31 HEZAR Û 645’Ê

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê roja Yekşemê daxuyanî da û ragihand ku ji 7’ê Cotmehê ve di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de 31 hezar û 645 kes mirin.

Wezaretê diyar kir ku ji vane 92 kes di nava 24 saetên dawî de hatin kuştin û destnîşan kir ku ji destpêka şer û vir ve 73 hezar û 676 kes birîndar bûn.