Zêdeyî 40 hezar kes li ber avahiya Parlamentê ya li paytext Bukreşê li hev civiyan û biryarnameya nelirêtiyê ya ji aliyê hikûmeta sosyal demokratan PSD ve hat qebûlkirin, şermezar kirin.
Roja Sêşemê, bi beşdariya 300 hezar kesî, mezintirîn xwepêşandanên ji sala 1989'an û vir ve yên li vî welatî hatibûn lidarxistin. Tê gotin, bi biryarnameya ji aliyê Serokwezîr Sorîn Grîndeanû ve hatiye îmzekirin re, hewl tê dayîn 'hevalbendên wî ji girtîgehê bên rizgarkirin'.
Xwepêşandêr dixwazin, biryarnameya 'efûkirina nelirêtiyê' ya ji aliyê hikûmetê ve hatiye amadekirin, derhal bê betalkirin. Çalakger her wiha daxwaza efûyê jî dikin.
Di xwepêşandanên şevên Sêşem û Çarşemê de bend hatibûn danîn û li gelek cihan, di navbera ciwanan û polîsan de şer derketibû.