Li Misrê êrîş: 8 polîs mirin

Li cihekî nêzî paytexta Misrê Kahîreyê êrîşek çekdarî hat kirin û di encamê de herî kêm 8 polîs mirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Hundir, li herêma Wadî el Cedîd a li başûrrojavayê Kahîreyê, êrîşek li dijî polîsan hat kirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, êrîş li benda kontrolê ya El Naqab a li Wadî el Cedîdê pêk hat û 8 polîsan jiyana xwe ji dest dan, 2 êrîşkar jî hatin kuştin.

Piştî ku Serokkomar Mûhammed Mûrsî ku endamê Biratiya Misilman e, di Tîrmeha 2013'an de bi darbeya leşkerî hat têkbirin, li Misrê êrîşên komên Îslamî yên tund zêde bûn. Di encama êrîşên 3,5 salan de bi sedan polîs û leşker mirin. Êrîş herî zêde li Girava Sîna diqewimin.