Îsraîlê nuqteya derbasbûnê ya Refahê bi dest xist, nerazîbûneke zêde heye, astengî nîne

Îsraîlê îdîa kir ku kontrola nuqteya derbasbûnê ya Refahê ji milê Xezeyê ve bi dest xistiye. Car din zorî li şêniyên Xezeyê hat kirin ku birevin. Neteweyên Yekbûyî nerazîbûn nîşan da ku dagirkeriya Refahê nayê qebûlkirin.

Artêşa Îsraîlê roja Sêşemê daxuyanî da û ragihand ku aliyê Fîlîstînê yê deriyê sînor Refahê ya di navbera Xeze û Misirê de, bi dest xistiye.

Artêşê ragihand ku beriya wê rojê fermana tahliyeyê daye xelkê herêmê û li hin herêmên rojhilatê bajêr jî operasyon pêk aniye.

Artêşa Îsraîlê wiha got: “Niha hêzên taybet nuqteya derbasbûnê kontrol dikin.” Artêşê destnîşan kir ku ew tenê qala “nuqteya derbasbûnê ya ji milê Xezeyê ve” dikin.

Îsraîlê di tevahiya şevê de bi îdîaya zêdekirina “zexta” li ser Hamasê, bi rengekî zêde bombe li Refahê barandin.

Hamasê di daxuyaniya xwe ya roja Duşemê de, ragihand ku ew pêşniyara agirbestê ya ji aliyê Misir û Qatarê ve hatî kirin qebûl dikin, lê Îsraîlê pêşniyar red kir. Dîsa jî şandeyeke Îsraîlê ji bo hevdîtinê bi navbeynkarên Misir û Qatarî re bike, diçe Qahîreyê.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres roja Duşemê daxuyanî da û destnîşan kir ku “dagirkirina” Refahê nayê qebûlkirin.