Rêxistina Efûyê: Artêşa Somalî bi dronên Tirk sivîlan qetil dike

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, da xuyakirin ku di du êrîşên artêşa Somalî de ku Adara bihurî balafirên bê mirov ên Tirk bi kar anîn 14 jê zarok 23 sivîlan hatin qetilkirin û banga lêpirsîna li "sûcên şer" ên muhtemel kir.

Li gorî rêxistina mafê mirovan van êrîşan di 18'ê Adarê de li cotgehek li nêzî gundê Bexdadê ya li başûrê herêma Şabelle ya Jêrîn hatiye pêk anîn.

Li gorî rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ku dispêre hevpeyvînên niştecihên xwecihî, piştî pevçûnên dijwar ên di navbera Îslamên Şebab ên radîkal û hêzên ewlekariyê yên Somalî de "êrîşên bi dronan" pêk hatine.

Endamên Rêxistina Mafê Mirovan yên ku bi 12 kesên ku di nav wan de mexdûr, xizm û şahid jî hebûn hevpeyvîn kirin, ji dîmenên peykê û wêneyên parçeyên çekan lêkolîn kirine tesbît kirin ku bombe û dronên bayraktar ên ji aliyê Tirk ve hatine çêkirin hatine bikaranîn.

Dîrektorê herêmî yê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Tigere Chagutah di raporê de got, "Divê van êrîşên kujer ên hikûmetên Somalî û Tirkiyeyê weke sûcê şer bê lêkolîn kirin."

Hikûmeta Somalî di meha Adarê de raghandibû ku li wê herêmê operasyon pêk aniye û Şebaban hedef girtiye, lê têkildarî windahiyên sivîlan nekiribû. Wezareta Enformasyonê di daxuyaniya xwe ya 19'ê Adarê de gotibû, "Di operasyona li gel hêzên me yên çekdar û hevkarên me yên navneteweyî pêk hat de zêdetirî sî cîhadî hatin kuştin."

HIKÛMETÊ SOMALÎ Û TURKIYE BERSIVÊ NADIN

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, ragihand ku ji hikûmetên Somalî û Tirk agahiyên berfireh xwestine û got ku lê encamek bi dest nexistine.

Enqere ya ku bi Somalî re têkiliyên nêz dimeşîne, di warê hevkariya leşkerî de hevkar û hevparê sereke yê aboriyê Somalî ye. Li gor nûçeyên medyaya Tirk, Somalî di heman demê li derveyî welat ji bo Tirkiyeyê malvanî ji baregehên leşkerî û navendên perwerdehiyê ya herî mezin re dike.