Li Bexdayê biryarên nû yên têkildarî Şengalê

Di civîna 19'an a Desteya Wezîran a Iraqê de têkildarî Iraqê hin biryar hatin wergirtin. Yek ji mijarên ku di civînê de derkete pêş jî jinûve avakirina Şengalê bû.

Jinûve avakirina Şengalê jî di nav de gelek mijar di civîna 19'an a Desteya Wezîran a Iraqê de hatin nirxandin ku Serokwezîr Mûhammed Şiya Sûdanî serokatî jê re kir û hin biryar hatin wergirtin.

Desteya Wezîran pêşniyarên Biryara Komîteya bi Hejmara 2024'an a têkildarî Projeya Parzûngeha Razemeniyê ya Kerkûkê erê kir û biryar da ku pêşniyarên Buroya Hiqûqê ya Sekreteriya Giştî ya Desteya Wezîran bi cih bêne anîn.

Bi taybetî ji bo şopandina rewşa li herêma Şengalê û jinûve avakirina herêmên rizgarkirî, Desteya Wezîran guhertina xala bi hejmara 6'an a Biryara Desteya Wezîran a bi hejmara 24043 a sala 2024'an erê kir.

Li gorî vê yekê xalên li jêrê hatine guhertin:

1-Dabeşkirina her du zeviyên ku di xala 6’an a biryara Encumena Wezîran a bi jimare 24043 de hatibûn diyarkirin, ji aliyê Wezareta Jinûveavakirin, Niştecihbûn, Şaredarî û Karûbarên Gel ve hat betalkirin û milkê wan ji Şaredariya Şengalê re were vegerandin.

2-Agahiyên berfireh û bîlançoya hejmara malbatên koçberên Şengalê, bi taybet malbatên ku li kampan dijîn, ji bo Wezareta Koç û Koçberan were pêşkêşkirin. Her wiha ev agahî û bîlanço û di avakirina sîteyên civakî, amadekariyên avahîsaziyê û hejmara yekeyên xaniyên erzan ên ku divê ji wan re bêne pêşkêş kirin de were bikaranîn.