Li Darfûrê şerê giran: Herî kêm 25 sivîl hatin kuştin

Li Darfûr a Bakur ku artêşa Sûdanê û hêzên paramîlîter li dijî hev şer dikin, li bajarekî herî kêm 25 sivîl hatin kuştin.

Şerê navbera artêşê û Hêza Piştevaniya Lezgîn beriya salekê destpê kir, dewam dike û sivîl dibin qurbanî.

Li gorî Komîteya Emergency Lawyers ku xwe weke alîgirê demokrasiyê û belgekirina zilma li hemberî sivîlan pênase dike, paytexta eyaleta Darfûr a Bakur El Faşîr û gundên derdorê di nava çend rojan de 'bombardûman û êrîşên hewayî yên kêfî' hatin kirin. Emergency Lawyers ragihand ku herî kêm 25 sivîl di van êrişan de hatin kuştin.

Pênc eyaletên Darfûrê di destê Hêzên Piştevaniya Lezgîn de ne. Yekane paytexta ku ne di dstê hêza paramîlîter de ye, El Faşîr e. Neteweyên Yekbûyî û Dewletên Yekbûyî yên Emerîka hişyariyê didin ku nearamiya li El Faşîrê wê ji bo bi sed hezaran penaberên li herêmê bibe felaket. Li bajarê El Faşîr ê Darfûrê ku 48 milyon mirov lê dimînin, weke navendeke alîkariya mirovî tê dîtin.

Li gorî şahidên bûyerên yên li kampa penaberan a Ebû Şûkê, piştî şer roja Sêşemê bi sedan kes ji kampê ber bi bajêr ve reviyan.

Şêniyên Darfûrê û Neteweyên Yekbûyî par diyar kiribûn ku navendên penaberan bi rêk û pêk ji aliyê şervanan ve têne dorpêçkirin û êrîş li wan têne kirin.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî di şerê navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de ku 15'ê Nîsana 2023'an destpê kir, bi hezaran mirov hatin kuştin, zêdeyî 8.5 milyon mirov jî ji cih û warê xwe bûn.