Li Afganîstanê ji ber aşûtê 191 kes mirin

Li Afganîstanê, bîlançoya felaketa aşûtê ku hefteya bihurî rû da, ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê, giran bû. Li gorî daxuyaniya dawî ya hikûmetê, 191 kes mirin, 300 kes jî birîndar bûn.

Berfa zêde bandoreke giran li 32 wîlayetên Afganîstanê kir. Gelek xanî di binê berfê de man û aşût ket.

Bandor herî zêde li herêma Nûrîstanê bû. Li gorî daneyên fermî, herî kêm 68 kes ji ber karesata aşûtê jiyana xwe ji dest dan. Li Nûrîstanê, bi dehan xanî xera bûn.

Alîkariya pere bi malbatan hate kirin û bi rêya helîkopteran malzemeyên xwarinê ji wan re hat dayîn.

Li gorî Federasyona Xaça Sor a Navneteweyî, li Afganîstan û Pakîstanê, bi hezaran malbat hewl didin di nava serma û seqemê de jiyana xwe biparêzin. Federasyonê got, "Jiyana van malbatan wê ti carî mîna berê nebe. Di nava rojekê de her tiştên xwe ji dest dan. Ev, rewşeke trajîk e."

Li herêmên bakur ên çiyayî yên Afganîstanê her sal aşût dikeve. Ji ber kêmaniya derfetan, alîkarî jî bi derengî digihêje herêmê.

6 XEBATKARÊN XAÇA SOR HATIN KUŞTIN, 2 JÎ HATIN REVANDIN

Di vê navberê de 6 xebatkarên Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî hatin kuştin, 2 jî winda bûn. Xaça Sor karê xwe yê li vî welatî ji bo demeke nediyar taloq kir. Êrîş li herêma bakur a li ser sînorê Tirkmenîstanê ye, rû da. Komîteya Xaça Sor ragihand, wezîfedarên wan ên dixwestin alîkariyê bi mexdûrên aşûtê bikin, ketine kemînê. Berdevkê Xaça Sor Thomas Glass diyar kir, ew nizanin bê êrîşkar kî ne û got, "Ev bûyer, di nava 16 salên dawî de bûyera herî nebaş a li Afganîstanê ye."