Biryarnameya Trûmp a ku vîzeya welatiyên 7 welatan, ku Sûriye, Îran û Iraq jî di nav de ye ji bo 90 rojan disekinand, ji aliyê dadgeheke federal a li Seattle ve hatibû rawestandin.
Rêveberiya Donald Trûmp li dijî vê biryarê serî li dadgeha bilind da. Doza li dadgeha bilind duh li San Francîscoyê pêk hat. Di biryara hevpar a 3 dadgeran de, biryara dadgeriya beriya niha ya ji bo betalkirina biryarnameya vîzeyê, hat erêkirin.
Piştî ku ev biryarnameya rêveberiya Donald Trûmp ji aliyê dadgeha bilind a San Francîscoyê jî hat redkirin, çav li rê ye ku doz biçe ber destê Dadgeha Bilind a Federal.
Bi biryarnameya navborî re hatina welatiyên Îran, Sûriye, Iraq, Sûdan, Somalî, Lîbya û Yemenê ji bo 90 rojan hatibû qedexekirin.